Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Devera Zawiyayê li Îraqê tevî tevgerên DAIŞê aram e

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên polîs di qonaxa dawî ya pêngava "Vîna Serketinê" cih digirin, ya ku paşmahîyên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê armanc kirin, di meha Kanûna Yekem de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên polîs di qonaxa dawî ya pêngava "Vîna Serketinê" cih digirin, ya ku paşmahîyên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê armanc kirin, di meha Kanûna Yekem de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Tevî nîgeranîyên ji çalakîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li çiyayên Mexolê li parêzgeha Selahedînê, pêngavên ewlehî yên li dar, yên bi piştgirîya Hevpeymanîyê, paşmahîyên rêxistinê li jêr çavdêrî û kontrolê dihêlin.

Operasyonên ewlehî li dijî DAIŞê li zincîra çiyayê Mexolê kêm nebûne, heta piştî ragihandina serketina bi yekcarî li ser DAIŞê li Îraqê.

Ev operasyona herî dawî di çarçoveyaqonaxa 7ê ya pêngava "Vîna Serketinê" de hat, ya ku deverek komplêks ji hêla ciyografî ve dide ber xwe, ku hevbeş e di navbera parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê de.

Paşmahîyên DAIŞê "carinan çalak in û êrîşên terorî li derveyî asêgehên xwe li çiyayên Mexolê pêk tînin", qaimmeqamê Zawiyayê Muhemed Zêdan ragihand.

Rewşa ewlehî li Zawiyayê li parêzgeha Selahedînê aram e tevî nîgeranî ji çalakîyên DAIŞê li deverên nêzîk. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Enbaarê hatiye wergirtin]

Rewşa ewlehî li Zawiyayê li parêzgeha Selahedînê aram e tevî nîgeranî ji çalakîyên DAIŞê li deverên nêzîk. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Enbaarê hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku tevî rewşa ewlehî li komela Zawiyayê li navçeya Bêcî, li bakurê rojavayê Selahedînê aram e, şênî hîn ji xeterîyên gengaz ên ku dibe bi sedema çalakîyên DAIŞê yên li çiyayên Mexolê yên nêzîk rû bidin nîgeran in.

Zawiya, ya ku bi xwezaya xwe ya bedew û berhemên xwe yên çandinîyê navdar e, bi tenê dora du kîlometran ji çiya dûr e.

Hêzên ewlekarîyê yên li wir erkdar in "karê xwe baş dibin serî û operasyonên serbazî yên serketî li dijî rêxistinê pêk tînin", Zêdan ji Diyaruna re teqez kir.

Wî dîyar kir ku tevî Zawiya rastî tu êrîşan nehatiye, lê hebûna DAIŞê li derdorê şênîyê wê nîgeran dike.

DAIŞ êdî nikare li ser pêyan bibe

Fermandarê polîsê Selahedînê lîwa Qendîl Xelîl got ku rewşa ewlehî li hemû bajarên parêzgehê baş e û bermahîyên DAIŞê ji hêla hemû ajansên me yên ewlekarî ve tên şopandin û lêdan.

Wî daxuyand ku polîsê Selahedînê, bi hevahengî ligel Fermandarîya Operasyonên Selahedînê û balefirên şer ên Hevpeymanîyê, operasyonên berdewam û çirûpir li dijî şanên DAIŞê li tixûbên parêzgehê û deverê hevsînor ligel Nînewayê li bakur û Enbarê li rojava pêk tîne.

Rewş bi temamî li jêr kontrola hêzên ewlekarîyê ye, Serokê Operasyonên Serbazî yên Fermandarîya Operasyonên Selahedînê emîd Qasim Taha teqez kir.

"Destpêkirina qonaxa 7ê ya pêngava 'Vîna Serketinê' bi tenê bo qayimkirina vê kontrolê bû û bo dilniyakirina xelkê li hemû sektorên operasyonê ku rewş êdî seqamgîr e," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Vîna Serketinê" bi ser ket di paqijkirina rûberên berfireh li quntar û gelîyên çiyayê Hemrînê û herwiha Ejîl û zevîyên Alasê, û ew êdî ji bombeyan pak in.

Hêzên ewlekarîyê 18 tunêl û 20 stargehên DAIŞê wêran kirine, ku mişt materyalên lojistî û bombeyên bidestçêkirî bûn, li gorî daxuyanîyeke Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ku 9ê Kanûna Yekem hatiye belavkirin, ku destketinên qonaxa 7ê ya pêngavê eşkere dike.

"Hebûna stargehan nayê wateya ku DAIŞê li wan deveran maye," Taha got. "Ew stargehên kevin in, ku berî aniha rêxistinê ew bi kar anîne, û me ew wêran kirin bo careke din ew nikaribin wan bi kar bînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500