Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Pomepo balê dikşîne ser rola Îranê di xwenîşandanên Rojhilata Navîn de

AFP

Xwepêşanderekî Îraqî ala Îraqê li bajarê Necefê yê pîroz li başûrê Îraqê hil dide di 1ê Kanûna Yekem de. [Heyder Hemdanî/AFP]

Xwepêşanderekî Îraqî ala Îraqê li bajarê Necefê yê pîroz li başûrê Îraqê hil dide di 1ê Kanûna Yekem de. [Heyder Hemdanî/AFP]

Wezîrê derve yê Amêrîkayê Mike Pompeo Duşemê (2yê Kanûna Yekem) ragihand ku Îran faktorê hevbeş ê li pişt xwepêşandanên li Rojhilata Navîn e, û got ku xwepêşanderên li Îraq, Lubnan û Îranê bi xwe li dijî rejîma oldaran in.

Di demekê de ku Pompeo dibêje ku sedemên navxweyî yên nerazîbûnên Rojhilata Navîn û herêmên din hene, wî tilîyên tawanbarîyê dirêjî Îranê kir.

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul Mehdî xwe istîfa kir "ji ber xelkê doza azadîyê dikir û hêzên ewlekarîyê bi dehan kes kuştin. Ev jî bi awayekî mezin ji ber hejmûna Îranîyan e," Pompeo got.

Wî li Zanîngeha Louisville got ku "heman tişt li Lubnanê jî rast e, xwepêşandanên li Beyrûtê."

Wî destnîşan kir ku "ew Hizbulah û Îranê li derveyî welatê xwe dixwazin, li derveyî sîstema xwe weke hêzeke tundrew û serkutker."

Pompeo got ku xwepêşandanên li hundirê Îranê -- ya Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ragihand ku bêhtir ji 200 kesî hatiye kuştin-- dîyar kirin ku Îranî jî "bêtehemul bûne".

Wî anî ziman "ew dibînin ku hikumeteke oldar pereyan didizin û ayatulah bi dehên milyonên dolar didizin."

Li Îraq û Lubnanê, xwepêşander di serî de banga rawestandina gendelîyê, peydakirina derfetên kar û nûbunyadkirina pergala sîyasî kirin.

Li Îraqê, Ebdul Mehdî heftîya borî xwe ji kar bi dûr xist piştî pêleke tundîyê ku di encama wê de zêdetir ji 420 kesan jîyana xwe ji dest da -- ku piranîya gelek ji wan xwepêşander bûn.

Xwepêşanderan heftîya borî balyozxaneya Îranî li Necefê şewitand.

Li Lubnanê, Amêrîka dixwaze Hizbulah îzole bike, milîsa girêdayî Îranê ku ew herwiha partîyeke sîyasî ye û xwedî post e di hikumeta berê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500