Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq hewl dide pêwendîyên baştir bi Fransayê re bide pêş bi rêya hevkarîya serbazî û aborî

Xalid Taî

Serok Berhem Salih bi Wezîrê Derve yê Fransayê re Jean Yves Le Drian roja 17ê Cotmehê dicive bo nîqaşkirina pêwendîyên dualî. [Wêne ji Ofîsa Serokatîya Îraqê hatiye wergirtin]

Serok Berhem Salih bi Wezîrê Derve yê Fransayê re Jean Yves Le Drian roja 17ê Cotmehê dicive bo nîqaşkirina pêwendîyên dualî. [Wêne ji Ofîsa Serokatîya Îraqê hatiye wergirtin]

Tê pêşbînîkirin ku serdana serokê Fransayê Emmanuel Makron bo Îraqê vê mehê dê li gorî hêvîyên Îraqîyan be, ku dê bibe encama pêwendîyên bihêztir û pêşvebirina weberanîna aborî li Îraqê.

Çavdêr ji Diyaruna re dibêjin ku her du welat dixwazin ku hevahengîyeke dualî ya bihêz di warên ewlehî, serbazî, weberanînê û geşekirinê de ava bikin.

Wan got ku rewşa erênî ya di navbera her du welatan de, ku di dema cenga li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de bihêztir bû, girîng e bo misogerkirina hevparîyeke mayînde û bihêz.

Gelê Îraqê kêfxweş e ji rola ku Fransayê gerand di cenga li dijî DAIŞê de, Îsam Feylî, wanebêjê zanista siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê li Bexdayê got.

Fermandarekî serbazî yê Fransî rahînanê dide Firqeya 6ê ya Artêşa Îraqî, li jêr serpereştîya hêzên Fransî di 27ê Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarekî serbazî yê Fransî rahînanê dide Firqeya 6ê ya Artêşa Îraqî, li jêr serpereştîya hêzên Fransî di 27ê Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Rayên têkilîyên di navbera gelên Îraqî û Fransî de kûr in û hatine bihêzkirin bi saya piştgirîya Fransa ji Îraqîyan re di cenga wan a li dijî terorê de," wî ji Diyaruna re ragihand.

Tevî zehmetîya cengê û şopên wê, ev pêwendîya bihêz li ser pêya me, li gorî Feylî "ev yek jî faktorekî girîng e bo avakirina hevparîyeke li ser gelek astan ku mayinde û bihêz be".

Bihêzkirina hevparîyê bi rêya rêkeftinan

Wî got ku alîyên vê hevparîyê dikarin bihêztir bibin di serdana Makron de di forma rêkeftinan û muzekerenameyên lihevkirinan de, bi taybet di cenga li dar de li dijî komên terorîst de.

"Hevkarîyeke me ya berhemdar di vî warî de heye lê em hêvî dikin ku serdana serok Makron dê bibe encama rêkeftinên dualî yên ku dê alîkarîyê bidin pêşxistina karînên teknolojî yên ajansên me yên ewlekarîyê di warê pêwendîkirinê, çavdêrîyê û şopandinê de," Feylî got.

Wî teqezî li ser girîngîya pevguhertina agahîyên hewalgirî li dor tevgerên tundrewan û herwiha xebatên berdewam bo bilindkirina asta karînên berevanîyê û parastina sînor ên artêşa Îraqî kir.

Wezîrê Derve yê FransayêJean-Yves Le Drian jî roja 17ê Cotmehê serdana Bexdayê kir û danûstandin bi rayedarên bilind re li dor çend babetan kirin, di nav de hevkarîya di warê ewlehî û şerê li dijî terorîzmê de.

Fransayê bi destê Îraqê girt û alîkarîya wê kir ku xwe bigihêjîne kenarên ewlehtir, Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku tevî têçûnên gelek ên êrîşên wê yên asmanî bo Rafalê, Parîs dudil nebû û ne jî dereng ma di bersivkirina daxwaza Îraqî bo alîkarîyê û êrîşên wê yên asmanî li dijî asêgehên terorîstan êşdar bûn.

"Hikûmeta Fransî piştgirîya planên Îraqê yên bihêzkirina sazîyên ewlehî di cenga li dijî terorîzmê de dike bo ew karibe berevanîyê li serwerîya niştîmanî bike û aştîyê misoger bike," Şerîfî got.

"Rêkeftinên hevparîyê yên stratejîk li ser asta serbazî divê ber bi pêşxistina sîstemên me yên şer û berevanîyê bên arastekirin, ji hêla piçekkirin, îmdad û piştgirîya lojistî û teknîkî û herwiha rahînankirina samanên mirovî ve," wî got.

Wî got ku bi heman awayî divê derfetên weberanînê werin nîqaşkirin ji ber ku Îraq ji nû ve ji cengekê derketiye ku jêrxaneya wê ziyandar kiriye û aniha bi hewcedarî piştgirîyeke rasteqîn e ji hêla hevalbendên xwe ve, bi taybetî Fransayê.

Geşbînîya têkildarî serdanê

Berpirs û rayedarên her du welatan hêvî dikin ku bazirganîya salane zêde bikin, kuaniha henardeyên Fransî bo Îraqê dora 300 milyon Euro (332 milyon dolar) in, û henardeyên nefta Îraqî bo Fransayê dora 480 milyon Euro (534 milyon dolar) in.

Fransa dora 270 milyon Euro (300 milyon dolar) li Îraqê weberhînan dike.

Fransa dora 455 milyon dolar bo piştgirîkirina nûavakirinê li Îraqê terxan kiriye, 430 milyon ji wan qerz in û 25 milyon alîkarî ne bo bajarên rizgarbûyî.

Fransayê Îraq bi tenê nehişt di demên herî sext de û li tenîşt wê sekinî heta ku DAIŞ hat têkbirin, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Hesen Şebîb Sebawî teqez kir.

"Fransa di piştgirîkirina xwe de bo Îraqê û di alîkirina xwe de bo avakirina artêşa me û bajarokên me yên ku li ser destê terorîzmê hatibûn wêrankirin pir semîmî bû," wî ji Diyaruna re daxuyand.

"Em geşbîn in têkildarî serdana serokê Fransayê û em dibînin ku nîşaneke ku hikûmeta wî dê berdewam be di piştgirîkirina welatê me de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500