Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Makron di yekem serdanê de teqezîyê li ser serwerîya Îraqê dike

Xalid Taî û AFP

Serokê Fransayê Emmanuel Makron (li milê çepê) û serokwerzîrê Îraqî Mistefa Kazimî maskan ji ber nexweşîya vayrûsa koronayê COVID-19 li xwe dikin di konferanseke çapemenîyê li Bexdayê 2yê Îlonê de. [Gonzalo Fuentes/AFP]

Serokê Fransayê Emmanuel Makron (li milê çepê) û serokwerzîrê Îraqî Mistefa Kazimî maskan ji ber nexweşîya vayrûsa koronayê COVID-19 li xwe dikin di konferanseke çapemenîyê li Bexdayê 2yê Îlonê de. [Gonzalo Fuentes/AFP]

Serokê Fransayê Emmanuel Makron bi serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî re civîya di yekem serdana fermî bo Bexdayê Çarşemê (2yê Îlonê), ku teqezî li ser serwerîya Îraqê kir hevdem ligel tengijînên herêmî.

Piştî serdana Lubnana wêran ku du rojan dirêj kir, Makron serkirdeyê navdewletî yê herî navdar e ku serdana Îraqê dike ji çaxê Kazimî di Gulanê de hatiye ser desthilatê.

Makron di şeva xwe ya dawî de li Beyrûtê ragihand ku geşt armanc dike ku "destpêşxerîyek bi NY re bo piştevanîkirina pêvajoya serwerîyê" dest pê bike.

Li Bexdayê, wî piştevanîya xwe ji hemberê xwe yê Îraqî Berhem Salih re anî ziman ku ew dê destekê bidin şerê Îraqê li dijî şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û li dijî destwerdana biyanî derkevin.

Serokê Îraqê Berhem Salih bi Wezîra Hêzên Çekdar ên Fransayê Florence Parly re li Bexahyê di 27ê Tebaxê de civiya. [Wêne ji Ofîsa Serokatîya Îraqê hatiye wergirtin]

Serokê Îraqê Berhem Salih bi Wezîra Hêzên Çekdar ên Fransayê Florence Parly re li Bexahyê di 27ê Tebaxê de civiya. [Wêne ji Ofîsa Serokatîya Îraqê hatiye wergirtin]

Makron destnîşan kir ku "ev çend sal in ku Îraq di demeke hestyar re derbas dibe, ji ber şer û terorîzmê".

Wî anî ziman ku "aniha hûn di demeke veguhestinê de ne. Fransa dê li rex we be heta civaka navdewletî alîkarîyê bike".

Xurtkirina serwerîya Îraqê

Fransa xebatên piştevanîyê di van çend mehên binakok de duqat kirin.

Wezîra Hêzên Çekdar ên Fransayê Florence Parly danûstandinin 27ê Tebaxê li Bexdayê pêk anîntê de soza piştevanîya Îraqê bo şerê li dijî paşmahîyên DAIŞê da.

Diplomatê payebilind Jean-Yves Le Drian, ku wezîrê tekane yê bi Makron re çûbû Lubnanê, Tîmehê serdana Îraqê kiribû û Bexda han dabû ku "xwe ji tengijînên herêmî bi dûr bixe".

Makron heftîya borî teqez kiribû ku "şerê bo çesipandina serwerîya Îraqê tiştekî pêwîst e".

Wî da zanîn ku Îraqîyên ku "gelekî êş kişandine", ligel desthilata hêzên herêmî yan tundrewan hêjayî vebijêrkan in.

Serdana Makron bal kişand ser xurtkirina hevkarîya aborî, çandî û ewlehî di navbera Îraq û Fransayê de, Elî Şukrî serokê encumena şêwirmendîyê li Ofîsa Serokatîya Îraqê got.

Wî herwiha anî ziman ku Fransa dê "piştevanîya hemû xebatên fermî bike da serwerîya Îraqê xurt bike û dê bi Îraqê re weke welatekî tam xwedî serwerî tev bigere".

Berdewamkirina piştevanîya li dijî DAIŞê

Serdana Makron bo Îraqê "dîrokî" ye û dê têkilîyan di navbera herdu welatan de xurt bike, nemaze di şerê li dijî paşmahîyên DAIŞê, Îsam Feylî, mamosteyê zanistên siyasî li Zanîngeha Mustensiriya wiha ji Diyaruna re ragihand.

Fransa, weke tê naskirin, xwedî roleke pêşeng di şerê li dijî DAIŞê de bû û hîna piştevanîya hêzên Îraqî dike, wî got.

Feylî got ku ji ber metirsîya berdewam a ku paşmahîyên rêxistinê çêdikin, xurtkirina hevkarîya bi Fransayê re bûye tiştekî lezgîn da rê bo çekdaran neyê dayîn ku careke din lingê xwe radin.

Wî da zanîn ku tê payîn ev serdan hevahengîyê zêdetir bike da torên DAIŞê yên navdewletî û kesên piştevanîya wê dikin werin şopandin, destnîşan kir jî ku Îraq aniha agahîdaneke mezin a şanên DAIŞê li cem heye.

Feylî herwiha teqez kir jî ku Îraq gerekdarî şarezabûna Fransayê ye da karê hêzên Îraqî baştir bibe.

Wî dîyar kir ku serdan nîşan dide ku Fransa piştevanîya xebatên hikumeta Îraqî bo parastina serwerîya wê dike û teqezîyê li ser cihê Îraq û rola wê di bidestxistina aramîya herêmî jî dike.

Feylî dîyar kir ku Fransa herwiha dixwaze têkilîyên aborî bi Îraqê re berfireh bike, bi rêya xurtkirina weberanînê li sektorên enerjî û binesazîyê yên welêt re.

Wî daxuyand ku Fransa hewl dide têkilîyeke stratejîk bi Îraqê re ava bike ku dê "hebûna kompanîyên wê yên weberanînê û desteka wê bo prosesên nûavakirinê jî xurt bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500