Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Xwenîşandanên Îraqê berfireh dibin piştî kuştina 4 kesan li ber qunsulxaneya Îranê

AFP

Ciwanine Îraqî radihêjin tabûta xwenîşanderekî, ku tê gotin destpêka Duşemê (4ê Mijdarê) li derveyî qunsulxaneya Îranî hat kuştin, di merasîmên bixaksipartina wî de li bajarê Necefa pîroz. [Muhemed Sewaf/AFP]

Ciwanine Îraqî radihêjin tabûta xwenîşanderekî, ku tê gotin destpêka Duşemê (4ê Mijdarê) li derveyî qunsulxaneya Îranî hat kuştin, di merasîmên bixaksipartina wî de li bajarê Necefa pîroz. [Muhemed Sewaf/AFP]

Demjimêrên destpêkê yên Duşemê (4ê Mijdarê) çar xwenîşander bi guleyan hatin kuştin li derveyî qunsulxaneya Îranê li bajarê pîroz ê Kerbelaya Îraqê, ku xwenîşanderan hêrsa xwe derbirîn kir li hember destêwerdana Tehranê di jîyana siyasî ya welatê wan de, weke ku ew dibînin.

Ev nerazîbûna xwînî di çarçoveya pêlek ji xwenîşandanên li dar li dijî hikûmeta Îraqî bû, xwenîşander jî hebûna gendelîyeke mezin protesto dikin û gazinê ji hejarîyê û bêkarîyê dikin.

Derengîya şeva Yekşemê, komeke mezin a xwenîşanderan li Kerbelayê li dora qunsulxaneya Îranê gihiştin hev.

Wan hewl da ku dîwaran bişkînin, hevdem ligel bikaranîna leystokên agirîn di avahîyê de, û alên Îraqî li ser kospên konkrêt bilind kirin û bi sprayê "Kerbela azad e, Îran bo derve" li ser wan nivîsîn.

Piştî kombûn mezin bû, gulebaraneke yekcar gelek û xaza firmêskrij hatin bikaranîn, û nûçegehanekî AFP bû dîdvanê ketina xwenîşanderekî li ser erdê bê lebat piştî ew bi guleyan birîndarbû.

Beşê nûjdarîya tawanzanî pişt re teqez kir ku çar xwenîşander bi guleyan hatine kuştin.

Tehranê hewl da ku xwenîşandanan kêm bikin û dorpêç bikin, û hinek çavkanî dibêjin ku fermandarê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Sulêmanî çend caran serdana Îraqê kiriye bo desthilatdarên Îraqî "şîret bike" çawa nerazîbûnan bi dawî bikin.

Rêberê bilind ê Îranê Ayatulah Elî Xameneî jî xwenîşandanên li Îraqê û Lubnanê şermezar kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500