https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/10/02/feature-03

×
×
Ewlehî |

Asayîşa kampa Holê ajaweyeke jinên DAIŞê vedimîrîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

image

Destûr ji şênîyên Holê yên ku têkilîyên wan bi DAIŞê re tune ne tê dayîn ku vegerin malên xwe li parêzgehên Reqa û Dêra Zorê li Sûrîyayê. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

Berpirsekî Heyva Sor a Kurdî ragihand ku pêleke tundîyê ku ji hêlaendamên jin ên radîkal ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve li navakampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê hat gurkirin bi awayekî serketî hat kontrolkirin.

Bûyerên ewlehî li kampa qerebalix di zêdebûnê de ne, kampa ku malbatên çekdarên DAIŞê di nava 70,000 şênîyên xwe de vedihewîne, û jinên biyanî û zarokên wan ji şênîyên Sûrî û Îraqî hatine veqetandin.

Di bûyera dawî de, jinek hat kuştin û şeş jinên din birîndar bûn li sektorekî ku jinên biyanî vedihewandin, berpirsekî Kurd, ku qebûl nekir navê wî were eşkerekirin ragihand.

Hêzên ewlekarîyê 40 jin ji sektorê biyanîyan li kampê girtin.

image

Jinên DAIŞê di nerazîbûnekê de li kampa Holê beşdar dibin, li kampa ku endamên radîkal ên rêxistinê bi hêzên ewlekarîyê re, yên ku bi parastina wan hatine erkdarkirin, ketin di pevçûnan de. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

image

Komeke jinên DAIŞê li derveyî konekî li kampa Holê sekinî ne, kampa ku 70,000 kesan, di nav de endamên radîkal ên DAIŞê vedihewîne. [Wêne ji rûpela Facebookê ya peyvdarê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, Mustefa Balî, hatiye wergirtin]

image

Yekîneya jinê yê Hisbaya DAIŞê ("polîsê şerîetê") tundîyê li nava kampa Holê, ya pir qerebalix, gur dike. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

Ajaweyên herî dawî ji hêla jinên DAIŞê ve, yan jî muhaciran ("jinên koçber"), yên ku yekîneyeke hisbayê ("polîsê şerîetê") ava kirine hatine pêkanîn, berpirsekî Heyva Sor a Kurdî Azad Dudekî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku ev komeke ku hewl daye jinên din li nava kampa bigire bi sûcê binpêkirina fermanên DAIŞê yan jî hewla şikandina rêzên rêxistinê.

Wî daxuyand ku lêpirsînek berdewam e bo destnîşankirina jinên li pişt fitneyê û yên ku êrîş kirin kesên ku hewl dan ku ji beşê kampê yê li jêr kontrola wan birevin.

Wî got ku jinan herwiha êrîş kire Asayîşê (hêzên ewlekarîyê yên Kurdî) yên berpirs ji parastina kampê.

"Alozî belav bû dema ku termê jinekê li nava kampê hat dîtin," Dudekî got, "û dîyar bû ku ew hatibû eşkencekirin."

Li gorî berpirsekî Kurdî, jin bi kêrê hatibû kuştin ji hêla jinên DAIŞê ve yên ku hewl dane jinên din "dadgeh bikin".

Dudekî got ku jinên DAIŞê êrîşkirina li ser jinên li kampê ranewestandiye, û da zanîn ku wan bi tiştên tûj êrîş kir endamên asayîşê.

Wî got ku du jinên ku yekîneya hisbayê erêşî wan kir û ew birîndar kirin karîn bigihêjin devereke ewleh li kampê û bo navendeke bijîşkî li derveyî kampê hatin veguhestin bo tîmarkirina birînên wan.

Navendeke îdyolojîya tundrew

Dudekî got ku dihat pêşbînîkirin ku fitne dê rû bidin, ji ber ku kamp pir qerebalix e û hejmareke mezin a jinan vedihewîne kuhîn îdyolojîya DAIŞê hildigirin.

Rewş li kampa Holê "bi awayekî xurt kambax dibe", peyvdarê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Mustefa Balî Duşemê (30ê Îlonê) ragihand.

"Vê dawîyê milîtanên DAIŞê dest bi xebatên xwerêxistinkirinê kirine bi rêya jinên li kampê," wî di postekî de got.

Ofîsa NY bo Hevahengîya Karûbarên Mirovî got ku "tengejî li kampê hîn bilind in û heftîyane bûyerên ewlehî hene".

"Ew me dijmin dibînin, û ev yek kêşeyan dirust dike," serokê Asayîşê Amir Elî wiha qala jinên DAIŞê li nava kampê kir.

Wî got ku DAIŞ dixwaze ku "îdyolojîya xwe bi rêya van jinan belav bike", û da zanîn ku zarok jî kêşeyek in.

"Hemû rêyên me yên rawestandina hemû tiştên rû didin tune ne," Şêxmûs Ehmed, ku berpirsekî Kurd e, ragihand.

Piştgirên DAIŞê "hîn bi îdyolojîya xwe ve girêdayî ne, û ew hertimî xeterîyê pêk tînin", Ehmed haydarî da.

Di Adarê de, QSDê DAIŞ ji asêgeha wê ya dawî li Sûrîyayê derxist.

Bi deh hezaran kes, bi piranî jin û zarok in, bo kampên ku Kurd bi rê ve dibin li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê hatin veguhestin, di pêngavekê de ku bi heftîyan dirêj kir.

Bi giştî, dora 12,000 biyanî -- 4,000 jin û 8,000 zarok -- li nava kampan dimînin, li gorî desthilatdarên Kurdî.

Tu vê mijarê diecibînî?
1
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha