Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî komgeheke xwarinê ya DAIŞê ya mezin li Enbarê wêran dikin

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî xwarina ku wan di hundirê veşartgeha DAIŞê de dîtiye nîşan didin, wêne roja 8ê Tîrmehê hatie belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî xwarina ku wan di hundirê veşartgeha DAIŞê de dîtiye nîşan didin, wêne roja 8ê Tîrmehê hatie belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li parêzgeha Enbarê embareke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran kirin ku mêjerên mezin ên xwarinê dihundirandin, berpirsyarekî Çarşemê (7ê Mijdarê) ji Diyaruna re eşkere kir.

"Lîwayê 41ê yê Firqeya 10ê ya artêşa Îraqê veşartgeheke DAIŞê berî sê rojan kifiş kir," endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê, Murdî Mihemed Xelef Mehelawî ragihand.

Mehelawî daxuyand ku cih "embareke dikeve devereke biyabanî bi navê Deşta Hebanîyayê li nêzî devera Uwêsat" li nêzî bajarokê Amiriyatê yên ser bi Felûcayê ve.

"Terorîstan xwarin li wî cihî kom dikir bo wî bikin navendeke mezin a îmdadê bo paşmahîyên [DAIŞê] da ku ew debare xwe bikin," wî got.

"Qasên mezin ên xwarinê hebûn, hinek ji wan dîroka wan a berhemkirinê nû bû," wî dîyar kir.

Mehelawî got ku kifişkirina wê embarê encama " xebatên hewlagirî yên gelek" bû û ew "gurzeke kûjêner e" ji edamên DAIŞê yê xwe li biyabanê diveşêrin re.

Wî got ku embar bi temamî hat wêrankirin, û ew xesareke mezin bû ji rêxistinê re ji ber ew "çavkanîyeke mezin a îmdadê bû", û da zanîn ku ew "pir girîng bû ji paşmahîyên DAIŞê re li newalên biyabanî yên Qedaf û Samîl".

Mehelawî got ku hêzên ewlekarîyê "berdewam in di wergirtina tedbîrên herî bilind de bo nehiştina karînên terorîstan".

"Hêzên ji fermandarîyên Enbarê, Rojhilatê Enbarê û Cezîrê, polîs û şervanên êlan di xebatê de ne bo paqijkirina biyabanê û bajaran ji torên terorîst û lêdana xetên wan ên îmdadê," wî got.

"Ev hêz xwedan amadekarî, ezmûn û zîrekîyên bilind in di warê çavdêrîkirina tevgerên terorîstan de, û ew dikarin wan ji nav bibin," wî wiha anî ser ziman.

Mehelawî got ku parêzgeh aram û seqamgîr e bi saya operasyonên ewlehî yên li dar.

Hêzên serbazî yên piştevanîyê yên Fermandarîya Firqeya 8ê, Fermandarîya Operasyonên Cezîrê, û heşda êlan li seranserê sînorê bi Sûrîyayê re bi cih bûne bo rêgirtin li ber derbasbûna bi dizî ya DAIŞê bo nav xaka Îraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500