https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2018/11/01/feature-01

×
×
Mafên Mirov |

Pirtûkek mirina girtîyên li jêr eşkenceyê di girtîgehên rejîma Sûrîyayê de bibelgeh dike

Welîd Ebul Xêr li ahîrayê

image

Danera Sûrîyayî Xada Bekir di boneyeke wajûkirina pirtûkan de li Idlibê bo pirtûka wê ya nû ya bi navê "Gava Girtîgeh Dipeyîvin" amade ye, pirtûka ku jîyana girtîyên ku li jêr eşkenceyê mirine di girtîgehên rejîmê de têne ziman. [Wêne ji Xada Bekir hatiye wegirtin]

Di pirtûka wê ya nû de "Gava girtîgeh dipeyîvin", danera Sûrîyayî Xada Bekir behsa çîroka niştecihên Idlibê dike, yên ku ji hêla rejîma Sûrîyayê ve hatine girtin û di girtîgehê de li jêr eşkenceyê mirine.

Pirtûk navê 600 kesên girtî ku li jêr eşkenceyê hatin kuştin li navendên girtinê ji parêzgeha Idibê bi tenê dihewîne, û gelek çîrokên wan belge dike.

Destpêka wê li dor gurbûna şerê Sûrî ye, û pirtûk behsa çawanîya girtina wan girtîyan dike, û hevpeyîvînên bi malbatên wan kesên mirî re di dema girtina wan de dihundirîne.

Di hevpeyvîneke berfireh de, Bekir ji Diyaruna re got ku yek ji berhengarîyên sereke ku rastî wê hat gava wê li ser pirtûkê kar dikir ew bû ku hinek malbatan mirina zarokên xwe red dikir.

image

Kalemêrek pirtûka danera Sûrîyayî Xada Bekir ya nû "Gava girtîgeh dipeyîvin" dixwîne, ku behsa çîrokên girtîyên ku li jêr eşkenceyê mirine di girtîgehên rejîmê de dike. [Wêne ji Xada Bekir hatiye wegirtin]

Bakîr anî ziman ku gelek ji wan hîn bi hêvî ne ku ew hîn sax in û belkî rojekê vegerin.

Diyaruna: Bi kurtahî ji me re behsa pirtûkê bike.

Xada Bekir: Ramana min a pirtûkê divegere gurkirina şerê Sûrîyayê di 2012an de, gava şehîd Ehmed Deas hat girtin, xortekî ji Seraqibê û protestekî aştîyane bû, li rêbendeke ku endamên rejîmê û (yên bi ser wê ve) milîsa şebîhayê pasevantîya wê dikir hat girtin, a ku kargeha niftê li Seraqibê desteser kirin û veguherandin bo navendeke girtin û eşkencekirinê.

Xort, ê bi temenê xwe 20 salî bû, li jêr eşkenceyê şehîd bû, û ji navendê bi cendekekî şêwandî derket.

Di heman demê de, Ehmed Yasir Hac Ehmed, ew jî ji Seraqibê ye, hatin girtin û veguhastin derveyî sazîya neftê bo Idlibê paşê ew birin Şamê, ku rastî eşkenceyê hat, û ew bû laşekî şêwandî.

Ramana pirtûkê ji wê demê de peyda bû, û min xwest behsa çîrokên wan şehîdan bikim ku li jêr eşkenceyê mirin li navendên girtinê, herwiha çîrokên jîyana wan ji zarokatîyê heta şehadetê bi par ve bikim.

Diyaruna: Çima aniha?

Bekir: Ji ber rewşine kesayetî min pirtûk rawestandin. Min îsal berdewam kir piştî ku rejîmêlîsteyên bi navên kesên ku li jêr êşkenceyê hatin kuştin ragihand , piştî ku malbatên wan bi salan li hêvîya serbestberdana wan bûn, tevî wêneyên ku ji hêla [wênegir] "Keyser" ji hundirê girtîgehên Esed hatin derxistin û nîşan didin ku laşên şehîdan hatin şêwandin û hejmar li ser enîyê wan hatine nivîsîn. Min dixwest wan cendekan vegerînim gîyanwerine mirovî ku xwedî jîyan, xewn û omîdan in, û daku ez teqez bikim ku ew ne tenê hejmar in.

Diyaruna: Pirtûk nîşan dide ku belgehkirin ji hêla tîmekê hatiye berhevkirin. Ka behsa tîmê ji me re bike, û li ku dê pirtûk bê belav kirin?

Bekir: Ev kar ji hêla Navenda Bera ya bo Piştgirîya Derûnî û Nûavakirinê û herwiha kovara Zeytûnê li Turkîyayê hatiye pêkanîn.

Kar di navebra du tîman de hat dabeşkirin. Tîma Bera, ku ji min, Nûredîn Ebas û Hala Hac Elî pêk tê, ku serlêdana malbatên şehêdan kir, agahîyên pêwîst derbarê şehîdan ji zarokatîyê heta şehadeta wan û herwiha wêneyên wan bi dest xistin, û çîrokên wan nîvisandin.

Tîma Zeytûnê, ku ji Raid Rezûq û Waed Belxî pêk dihat, çîrok edekte kir û pirtûk li Weşanxaneya Nûnê li Turkîyayê çap kir.

Pirtûk li pêşangeha Pirtûkan li Stanbolê hat pêşandan û hejmarek çap li Turkîyayê hate belavkirin û yên mayî hatin Sûrîyayê, ku tîma Navenda Bera li Idlib û li gundewarên wê belav kirin. Vê dawîyê çapeke wê ya elktronîk (PDF) jî derket daku li ber destên hemû kesên ku dixwazin bixwînin be.

Diyaruna: Te bal kişandiye ser herêma Idlibê, çima? Tu proje ne din hene bo berfirehkirinê û hundirandina herêmine din?

Bekir: Me karê xwe li parêzgeha Idlibê û gundewarên wê danîye ji ber ku ew tenê herêma ku em dikarin tê de tevbigerin û hevpeyvînan bi malbatan re çêbikin, ku tu hebûna rejîmê li wir tune ye. Em ditirsîyan ku em bên girtin eger li ber rêbendên rejîmê rawestin.

Em hêvî dikin ku ev gava yekmîn be ber bi belgekirina çîrokên hemû şehîdên ji hemû parêzgehên Sûrîyayê ve.

Diyaruna: Çi qas niştecihên Idlibê hatibûn girtin, û çend kes li jêr êşkenceyê mirin?

Bekir: Mixabin, hejmarine teqez a kesên girtî ji Idilbê tune ye ji ber nebûna navendên belgekirinê.

Gelek xebat bo belgekirina wan hatin kirin, lê belê nehatin temamkirin, ji ber ku piranîya ofîsên girêdayî encumenên xwecihî hatin armanckirin di rêya êrîşên asmanî û wisa her tişt winda bû.

Ji bo pirtûka me, bi alîkarîya hinek jêderan, me karîbû 600 rewşan di pêristê de belge bikin, û di nav de çîrokên ku me tomar kirine, lê belê hejmara [rastîn] girtîyan ji wisa bêhtir e.

Diyaruna: Tu rastî çi zehmetîyanhatî di prosesa belgekirinê de? Û çawa malbat bi te re alîkar bûn?

Bekir: Tîm di kar de rastî gelek zehmetîyan hat, di nav de malbatên hin şehîdan red kir ku tu agahîyan derbarê zarokên xwe bidin ji ber ew ditirsin ku rejîm derbasî Idlibê bibe ew dê rastî xeterê werin an ji alîyê şebîha ve werin kuştin.

Hinekan ji wan red kir ku biaxêvin bi hêvîya ku raportên şehadeta kurên wan ne rast bin û ew dê ji girtîgehan derkevin; û hinekan red kir ku raportên şehadeta kurên xwe bawer bikin, tevî rastîya ku navên wan li ser lîsteya navên şehîdan bû, lîsteya ku rejîmê da hin deveran li Idlibê.

Ligel zehmetîya tevgerê li gundewarê Idlibê û dûrahîyên dirêj, ku divabû em rojane biçin û zehmetîya axaftinê bi malbatan re û bibîranîna bîrhatinên êşdar dema me hûrgulîyên derbarê jîyana şehîdan tanîn bîra xwe.

Ji bilî vê rastîya ku hin malbat bêhtirî şehîdekî wan di girtîgehê de hebûn, vê yekê hişt ku hevpeyvîn ji me û wan re êşdar be.

Lê tevî van hemû zehmetîyan, gelek malbatan kêfxweşîya xwe anî ziman ku kurên wan hatin bîra me û me xwest em wan di vê pirtûkê de bi bîr bînin.

Zehmetîyeke din ew bû ku divabû em kar di demeke destnîşankirî de, ne zêdeyî meh û nîvê temam bikin û em hejmareke şehîdan a destnîşankirî bidin ber xwe, vê yekê nehişt ku em bidin dûv gelek çîrokan. Tevî ku bi sedan girtî ji parêzgeha Idlibê û deverên gundewarê wê hebûn, hecmê pirtûkê nehişt em bêhtir berfireh bikin û me hewl da ku em vê yekê çareser bikin me navên şehîdan di pêristê de di dawîya pirtûkê de kire lîste.

Diyaruna: Tu agahî derbarê wan kesên ku hîn girtî ne de hene?

Bekir: Tu agahî derbarê girtîyên ku hîn di zindanên rejîmê de ne nînin. Gelek malbat dibêjin ku ev çar an pênc sal in tu nûçe derbarê zarokên wan de nînin. Ew bi zorê hatine birin û ne diyar e bê ew di kîjan zindanan de hatine girtin tevî xebatên malbatên wan ku ew her agahîyên derbarê zarokên xwe de bi dest bixin. Di wê demê de branşên ewlekarîyê yên [cuda] înkar dikin ku ew di navendên girtinê de ne.

Tu vê mijarê diecibînî?
1
Na

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha