Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Mûzexaneyeke Îraqî bo belgehkirina tawanên li dijî Êzidîyan tê vekirin

Xalid Taî

Ciwanekî Êzidî, li vir di 15ê Tebaxa 2018an de tê dîtin, radihêje wêneyeke niştecihên gundê Koço yê Şengalê ku li ser destê DAIŞê hatine kuştin yan revandin. [Wêne ji Rêzxistina Belgehkirinê ya Êzidî hatiye wergirtin]

Ciwanekî Êzidî, li vir di 15ê Tebaxa 2018an de tê dîtin, radihêje wêneyeke niştecihên gundê Koço yê Şengalê ku li ser destê DAIŞê hatine kuştin yan revandin. [Wêne ji Rêzxistina Belgehkirinê ya Êzidî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî, bi hevkarîya bi NY re, dixwaze ku mûzexaneyekê bo belgehkirina tawanên ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li dijî kesên Êzidî pêk hatine bê avakirin, çalakvanekî Êzidî Înê (29ê Adarê) wisa ji Diyaruna re got.

Hikûmet bi UNESCO re kar dike da mûzexaneyekê ligundê Koço yê Şengalê ava bike, çalakvan Heso Huramî, serokê Dezgeha Êzidîyan ya li Holandayê got.

Huramî destnîşan kir ku xebatên avakirina mûzexaneyekê li dar in, û da zanîn jî ku proje "dê pir dirêj bike û karekî bihevreyî yê giran pêwîst bike" berî ku berhem bide.

Huramî anî ziman ku xebat "berdewam û li dar in".

Tîmeke bijîşkî ya Îraqî taqîkirinên DNA li ser termên qurbanîyên Êzidî çêdikin, ên ku ji komgorekê li Şengalê di 27ê Adarê de hatin derxistin. [Wêne ji beşê bijîşkîya dadwerî hatiye wergirtin]

Tîmeke bijîşkî ya Îraqî taqîkirinên DNA li ser termên qurbanîyên Êzidî çêdikin, ên ku ji komgorekê li Şengalê di 27ê Adarê de hatin derxistin. [Wêne ji beşê bijîşkîya dadwerî hatiye wergirtin]

Huramî got mûzexane dê "hemû babetên têkildarî tawanên ku terorîstên DAIŞê li dijî Êzidîyan pêk anîne, ji 2014an ve, belgeh bike."

"Mûzexane dê dîmen û nimûneyên termên qurbanîyan, nîgar û wêneyên komkujîyan, belgeh, tiştên tomarkirî, film û şehadetên ku ji mêvanan re bobelata ku bi serê wan hatiye şirov bikin bihundirîne, wî da zanîn.

Huramî got ku komîteyeke çalakvanên Êzidî bi komkirina metryalan ji bo van hemû dîmanan hat erkdarkirin.

Rêxistinên Êzidî yên beşdar

Huramî destnîşan kir ku "rêxistinên me yên Êzidî yên cihêreng hene ku dê şopa xwe li mûzexaneyê bihêlin bi rêya pêşkêşkirina şehadeta kesên rizgarkirî û çîrokên wan, herwiha hevdîtinên bi dîtvan û xizmên qurbanîyan re û hûrgulîyên komgorên hatine dîtin."

Wî anî ziman ku di nav de Rêxistina Belgekirinê ya Êzidî û Ofîsa Duhokê ya Karûbarên Êzidîyên Revandî, " ya ku gelek Êzidî ji destên DAIŞê rizgar kirin û şahidîya wan tomar kir."

Huramî daxuyand ku mûzexane dê pirtûk û berhemên ku ji hêla medyavan û çalakvanên mafên mirov ên ku ev trajîdî belge kirine jî pêşkêş bike."

Wî got ku plana avakirina mûzexaneyekê "gavek mezin e."

Huramî dîyar kir ku "Êzidî jîyaneke pir zehmet jîyane, û divê cihekî jîyanî hebe ku hemû hûrgulîyên vê tecrûbeya tehl bi gewde bike û wan di bîrdanka nifşên werê de biçîne."

Wî got ku "divê em ranewestin heta em hemû tawanên DAIŞê li dijî Êzidîyan û komên din pêk anîne nekin babetke navdewletî."

"Me naskirina welatên mezin mîna Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ku hinek ji van tawanan tawanine qirkirnê ne, bi dest xist, û 15 biryarên navdewletî li dijî DAIŞê hene," wî anî ziman.

"Em dê hetikandina terorê û mafdayîna qurbanîyên her berdewam bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500