Gelo "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rastî dawiya xwe li Iraqê hatiye?
Tevî ku hîn rêxistin li hin deverên piçûk ji welat heye, li gorî nerîneke rêxistinî ya binyatî bersiv erê ye, analîzekî Iraqî dibêje.
daku em vê îfadê piştrast bikin, ew delîlê sereke destnîşan dikin windabûna alozdar a serkêşê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî, yê ku çarenûsa heta ji fermandarên rêxistinê re nenaskirî ye.
Tevî wilo, nîşanderê herî diyar ji tinebûna rêxistinê re şerê tund ê li dar e, yê ku erduyê wê bêbawerî û tawanbarkina bi ixanet û xemsariyê ye.
Li gorî texmînên aniha, 7,000 endamên DAIŞ li ser erdê li çend deverên li jêr kontrola rêxistinê li bakur û rojavayê welat dimînin.
Ew nema ew şervanên zîrek in wekî berê, Şêx Ewed Seiîd Cixêfî, fermanderê hêzên êlan li Hedîsayê, yê ku çekdarên DAIŞ weke"kesên şaş û guhişandî" wesif dide.
Tê texmînkirin ku 1,500 endamên DAIŞ li herêma Ferata Jorîn hene, wî got, hin ji wan ji Mûsil û Teleferê reviyan Qaimê daku li penagehekê bigerin yan birevin Sûriyê.
"Agahî li cem me destnîşan dikin ku gêjbûn û tevlihevî di nav refên çekdaran de belav bûne û ew di rewşeke tirsa dijwar de ne," wî ji Diyaruna re got.
Ev têkçûna dawî, ya ku rêxistinê derdê wê kişand û xisaretên madî û mirovî yên encam dan, ber bi vê hilweşandinê ve bir, wî got, wî herwiha not kir ku "wendabûna Bexdadî jî" factorekî pêwîst bû.
Endam û fermandarên DAIŞ nizanin eger birêveberê wan sax yan mirî ye, û eger ew sax e, ew dipirsin çima heta aniha ew bêdeng maye li hember van pirsgirêkên ku ew derdên wan dikişînin, Cixêfî got.
Di heman demê de, gelek birêveberên rêxistinê li rojavayê Enbarê, bi malbatên xwe re ji ber çavan windabûne, wî anî ziman.
"Eger em bi awayekî binyatî yan rêxistinî biaxivn, zehmet e em piştrast bikin eger hîn DAIŞ heye, ji ber krîzên ku ew rastî wan tê û kêmbûna erdên li jêr kontrola wê ya ku digihe 90%," wî got.
Serkeftina lezgîn ya ku hêzên Iraqî di şer de cîbicî kirin daku Teleferê rizgar bikin û kuştin û dorpêçkirina gelek çekdarên DAIŞê gengaziya rast ji hilweşandina rêxistinê re diyar dike, Cixêfî got.
Rastiya DAIŞ hat diyarkirin
Bi rastî, şerê Teleferê "rastiya rêxistinê diyar kir", parlementerê Iraqî Macid Xerawî, yê ku di komîteya ewlekarêî de kar dike got.
"Aniha birêveber û endamên rêxistinê yan mirî ne ya radest bûne, û yên li deverên ku hîn nehatine rizgarkirin mane derdê moralê hilweşayî dikişîni û weke miriyan li wan hatiye," wî ji Diyaruna re got.
Bingeha rêxistinê ji ber xisareta wan kesên ku weke endamên elîte û îdîolojî dihatin wesifdan hejîye, wî anî ziman, wî not kir ku aniha ji berê bêtir, ew derdê şer û parçebûnên navweyî dikişîne
"Ev yek bi raportên ji aliyê jêderên istixbaratan hat pişrastkirin, ew diyar dike ku rêxistin ji ber gilîyên têvil endamên xwe dikuje, nemaze xiyanet, têkiliya wan bi ajansa istixbaratan re û dabînkirina wan bi agahiyên raz, herwiha bêhêvîbûn û têkçûn ku nikarin xwe di şer de ragirin," Xerawî anî ziman.
Wî hişyarî da ji ber gefa ji aliyê torên raz ên DAIŞ, ji ber "ev çekê dawî ye yê ku dibe di destê rêxitinê de maye".
"Ev erkê ajansên istixbaratên me ne û baweriya me bi karînên wan tê daku vê gefê dû bixin," wî anî ziman.
Xerawî bang kir ku hewldanan xurt bikin daku îdîolojiya tund ji kokê rakin û nehêlin çekdar cih ji xwe re li deverên rizgarkirî demezrînin.
Jihevxistina sîstemên îdarî
Nîşaneke din ji hiweşandina DAIŞê ya pêşdem ew e rakirin û jihevxistina sîstema îdarî li deverên ku carekê li jêr kontrola wê bûn li Iraqê, pisporê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.
Rêxistin van deverên îdarî weke "wilayet" (parêzgeh) destnîşan dike
Gelek ji van wilayetan, mîna Nînewa, Selahedîn û Felûcayê, ji holê rabûne piştî endamên DAIŞ li wan hatin tunekirin, Ebû Rexîf got.
"Aniha, wîlayata Feratê (parêzgeha Feratê), a ku deverin sînorî ji Iraq û Sûriyeyê dihewîne,ya herî girîng e ji rêxistinê re, ya ku aniha jê re dibêjin erdi Temkîn (erda bihêzkirinê)," Ebû Rexîf got.
"Heta ew wîlayet dê hilweşe, hilweşandina wê jênerevîn e."
Krîzan hiştiye ku rêxistin gelek saziyan di heykelên wan ên rêxistinî de yên ku weke dewawînan (pir hejmara dîwan yan mekteb) tên naskirin rake.
Di nav van dîwanan de dîwana rekaz, a ku birêveberiya materyalên xwezayî dike mîna neft, gaza xwezayî, dîwana xenaim (mekteba talanên cengê), diwana Îlam (mekteba medya û agahiyan), a ku ne çalak e, Ebû Rexîf got.