Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şervnên DAIŞ ên revîyayî ber bi Ferata jorîn ve diçin

Xalid Ta'î

Şervanên eşîran tevlî perwerdeyeke serbazî dibin ji bo ku di rizgarkirina deverên Firata jorîn de ji destê "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) beşdar bibin.[Wêne ji rûpela Facebookê ya parlementê Îraqî Mihemed Kerbûlî hatiye wergirtin]

Şervanên eşîran tevlî perwerdeyeke serbazî dibin ji bo ku di rizgarkirina deverên Firata jorîn de ji destê "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) beşdar bibin.[Wêne ji rûpela Facebookê ya parlementê Îraqî Mihemed Kerbûlî hatiye wergirtin]

Di Dema ku rastî binketinê tê li Îraq û Sûrîyê, hate ragihandin ku "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) plan dike ku hêzên xwe li herêma sînorî ya di navbera herdu dewletan de bide hev, analîstan ji Diyaruna re got.

Rêxistinê "walîyekî" nû binav kir ji bo herêma ku jê re tê gotin Wilayeta Feratê (parêzgeha Firatê) birêve bibe, wî got, ya ku nîyet heye ku bibe paytexta nû ya "xîlafetê" dema ku asîgehên wê li Mûsil û Reqayê ji destên wê herin.

Tu agahîyên piştrast derbarê nasnameya "walîyê" nû de tune ne.

Yê berî wî, Ebû Mihemed Heyalî, di 11ê Sibatê de di êrîşeke asmanî ya Îraqî de li bajarokekê sînorî Qaim hate kuştin, şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf got.

Gelek birêveberên bilind ên DAIŞ ên din di êrîşê de hatibûn kuştin, wî ji Diyaruna re got, di nav wan de Ebû Jenat el-Rawî, yê ku serokê ewlekarî û istixbarata deverê bû.

Tê Pêşbînîkirin ku DAIŞ dê hewl bide kesekî li şûna Heyalî deyne, Ebû Rexîf got.

Lê belê, wî got, girîng e ku ev gav beşeke ji stratîcîya nû ya rêxistinê ye li herêma Qaimê li Îraqê û Bûkemal li Sûrîyê.

Bajarokên cîran bi têkilîyên eşîrî yên xurt di navbera niştecîyan de li ser herdu alîyên sînor ciyawaz in, herwiha gihaştina wan ji biyabanê re.

Stratîcîya DAIŞ "çaksaziyê" himbêz dike daku bi rêya zincîrên kêmkirina bacan de û nêzîkatiyên nermtir di warên bazirganiyê û nirxan de niştecîyên xwecihî qezenc bike, Ebû Rexîf got.

"Tedbîrn din serbestberdana girtîyên ku gefê li ser hebûna rêxistinê çênakin li xwe digre," wî anî ser ziman.

DAIŞê berê ev xap bikar anîye daku wêneyê xwe li Feloja û Kermayê baş bike, wî got, "lê wê encamên ku dihatin xwestin bi dest nexistin".

Rêxistin dîsan hewl dide, lê belê, ji bo hêz û bandora xwe li ser herêma Firata jorîn xurt bike, wî got, û da zanîn ku dora 3,000 endaman li Qaimê hene.

Raportên ragihandinê nîşan didin ku herêm bûye panageheke aram ji hejmareke mezin ji çekdarên ku ji Mûsil û Reqayê direvin re, tevî ku çeperên DAIŞ li herêmê ji alîyê artêşa Îraqî û hevpeymanîya navdewletî ve bi awayekî dubarekirî hatibûn armanckirin.

Rewşa tevlihevîyê

Hêza asmanî yên Îraqî di serî de pişta xwe bi agahîyên istixbaratî yên ji alîyê niştecîyên bajarokên Firata jorîn ve girê dide daku ew êrîşên asmanî cîbecî bike, endamê encumana parêzgeha Enbarê, Na'îm Kûd ji Diyaruna re got.

Ev êrîşên asmanî milîtanan dixin rewşeke tevlihevîyê de û hebûna wan neseqamgîr dike", wî got.

"DAIŞ herêma Firata jorîn wekî penageha xwe ya dawîn dibîne û hewl dide ku cihekî li wê derê ji xwe re bidest bixe, lê belê redkirina xwecihî ji rêxistinê re nahêle ku ev yek pêk bê," wî got.

Artêş û eşîrên Îraqî dawîn şer li Rewa, Enah û Qaimê dikin -- bajarokên dawîn li Enbarê yên ku li jêr kontrola DAIŞ mane, wî got.

Di 20ê Nîsanê de, hêzeke êlî ji 120 şervanan êrîşî bingeheke DAIŞ li nêzî Rewayê kir, 20 çekdarên rêxistinê kuştin, vegeriyan baragehên xwe li Barwanayê, nêzîkî Hidêsayê, tu xisaratên girîng di refên wan de çênebûn, Kûd got.

Heşdên serbazî yên bihêz

"Artêş û eşîran heşdên serbazî yên bihêz li ser DAIŞê li rojavayê Enbarê ferz kirin," parêzgarê Qaimê Ferhan Fitêxan ji Duyaruna re got.

"Yekîneyên serbazî aniha li cihne li pêş cih girtine û bi berdawamî maliştinê dike û dewriyên wan li devera biyabanî ya ku tevahiya rêyan dighîne Qaimê tên dîtin," wî got.

Fetixan got ku êrîşên asmanî ji alîyê hêzên asmanî yên Îraqî û hevpeymanîyê ve berdewam in.

"Tu paşxistinkirina cîbecîkirina cizayê li ser DAIŞê tune ye, bi êrîşên rojane li ser samanên wan yên wizeyê, baragihên milîtanan û kombûnên wan ên li Qaim û Bûkemalê," wî got.

Roja 21ê Nîsanê, êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê çeperên DAIŞ li Qaimê wêran kirin, wekî din jî pênc êrîşên asmanî yên din bîrên neftê, depoyên embarkirinê û alavên parzûnkirina neftê li Bûkemalê ruxandin, wî got.

"Tu penageha aram ji terorîstan re tune ye. Ev dawîya wan e," Fitêxan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500