Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Belgeyên DAIŞê dûrbînîyekê derbarê rêxistinê dabîn dikin

Xalid Ta´î

Endamekî Ajansa istixbaratên Îraqî belgeyên ku di feşartgehên "Dewleta Îslamî" de li Mûsilê hatin dîtin eşkere dike. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî hatiye wergirtin]

Endamekî Ajansa istixbaratên Îraqî belgeyên ku di feşartgehên "Dewleta Îslamî" de li Mûsilê hatin dîtin eşkere dike. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî belgene girêdayî "Dewleta Îslamî" kifş kirine, belgeyên ku weke jêdereke girîng a agahîyan girîng derbarê rêxistinê peyda dikin.

Ew belgeyên ku yên herî dawî ne ji wan ên di 5ê Hezîranê de di veşartgeheke çekan de li navçeya Sîniyayê ya parêzgeha Selahedînê hatin dîtin, hiştin ku karmendên istixbaratan karibin gelek endamên DAIŞê bigirin û çekên wan ji wan bistînin û planaên wan têk bibin.

Belge ji "Dîwan Qaeda" (birîveberîya dadmendîyê) ya DAIŞê ne, wezareta karê hundir got.

Di şerê li dijî DAIŞê de,hêzên Îraqî dest danîn ser bi hezaran belgeyên girêdayê rêxistinê, belgeyên ku binyad û çalakîyên wê zelal kirin.

Du cureyên sereke yên belgeyan hene, analîstê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf got.

Cureyek ji wan "belgeyên îdarî û rêxistinî yên girêdayî binesazî û pêkeha rêxistinê ne", wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku di nav wan belgeyan de agahî derbarê "kefaletê", sîstema rêxistinê ya qerebûkirinê, lîsteyên navên çekdaran û pileyên wan û rêzên girêdayî cihgirtin, tevger, şert û mercên jîyanê û betlaneyan.

Ev belge "sûretekî dîyar derbarê têkilîya di navbera endamên rêxistinê de didin û çawa rol û berferehîya berpisyarîya wan tên destnîşankirin," Ebû Rexîf got.

"Ev yek bû sedema jihevxistina gelek torên terorîst ên xeternak û kifşkirina veşartgeh, veşartgehên çekan, teqînên bidestçêkirî û swênkareyên çêkirina bombeyan li cihên dûr," wî got.

Wî daxuyand ku ajansên istixbaratên Îraqî aniha bêtir ji 30,000 belgeyên destdanserkirî ji van cureyan seh dikin.

Agahîyên hestyar

Cureyê duyem ê belgeyan "gelekî girîng û pêwîst e û kêm caran DAIŞ wan li şûn xwe dihêle", Ebû Rexîf got.

wî got ku rêxistin bi giştî belgeyên mîna van yan dişewitîne yan jî xwe ji wwan xilas dike bi awayekî ku nehêle hêzên ewlekarîyê dest deyne ser wan.

"Ew girêdayî ne bi fermandarîya bilind ya DAIŞê û çalakîyên wan, jêderên temwîlkirina wan û hemû alîkarên wan, herwiha planên êrîşkirinê û agahîyên raz yên din," wî got.

"Tevî ku haydana zêde bê çawa van belgeyan biguhêzin, ajansên istabaratan dest danîn ser bi sedan belgeyan di operesyoneke astebilind de," wî got.

Wî got ku aniha yekîneya istixbaratî ya Siqûr databaseke hûrgilîyan derbarê rêxistinê li gel wê heye û karînên wê ên mayî derbarê çekdar û çekan.

Têgihiştina DAIŞê

"Çi belgeya hatiye destserkirin weke belgeyeke xwedî nirxekî bilind tê raçavkirin û dihêle ku em bi awayekî baştir vê tora alozdar a jê re tê gotin DAIŞ fêm bikin," Îsam Fîlî, yê ku zanistên siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê hîn dike, got.

"Agahî faktorekî navendî ne di şer de, eger tu dijminê xwe ji hundir ve nas bikî û bê çawa ew dihizire û çawa operesyonên xwe plan dike, ev yek ber bi serkeftina te ve dibe," wî ji Diyaruna re got.

"Têkildarî DAIŞê, her û her em hewcedar in ku em bêtir agahîyan derbarê wê nas bikin, ji ber ew rêxistineke kompleks e ya dikare mezin bibe û berfereh bibe eger ew ji kokê ve neyê rakirin," wî got.

Hêzên Îraqî karîbûn gelek belgeyan bi dest bixin piştî DAIŞ ji Mûsilê reviya, endamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şebîb, got.

Van belgeyan heta asteke mezin alîkarî bi xebatên istixbaratên niştimanî re kirin da ku bidin dûv endamn DAIŞê û wan bigirin, endamên hewl dan ku tevlî civîlan bibin li beşinên Mûsilê, wî ji Diyaruna re got.

Herwiha wan alîkarî bi hêzên ewlekarîyê re kir ku "siwênkarên depokirina çekan bibînin, çekên ku bi awayekî pîşedar li gelek deveran hatibûn veşartin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

DAIŞ encama îdyolojîyekê ye ku stûnên wê xwe dispêre têgihaştina şaş ji ayatên Quranê û Hedîsên Pexember ên têkildarî kafran; ku ji dêvlê ew wan li ser Misilmanan pêk tînin.

BERSIV BIDE

Baş e

BERSIV BIDE