Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq dê rêya Enbarê ya navdewletî careke din veke

Xalid Ta'î

Balefirên artêşa Îraqî yên bê balefirvan beşek in di tedbîrên nû daku çavdêriya devera biyabanî bikin li seranserê rêya navdewletî ya Enbarê berî ku bi awayekîfermî careke din vekin. [Wêne ji Fermandariya Pasvanîyê ya sînorên Îraqî hatiye wergirtin]

Balefirên artêşa Îraqî yên bê balefirvan beşek in di tedbîrên nû daku çavdêriya devera biyabanî bikin li seranserê rêya navdewletî ya Enbarê berî ku bi awayekîfermî careke din vekin. [Wêne ji Fermandariya Pasvanîyê ya sînorên Îraqî hatiye wergirtin]

Bi hev re , di roja Çarşemê de (30 Tebaxê) nûvekirina dergeha Trebilê bi Urdinê re, ,hêzên Îraqî xwe amade dikirin daku rêya navdewletî careke din vekin, rêya ku Bexdayê bi Urdin û Sûriyê ve girê dide di rêya Enbarê re .

Rê hatibû girtin piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kontrola deverên Enbarê kiribû û bêtir ji sê salan ew wiha ma.

Vê dawiyê hêzên Îraqî, rêya bi dirêjahiya 400 kîlometran radestî xwe kirin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Asal Fehdawî ji Diyaruna re got.

Wan gelek navendên pasvaniyê ava kirine û operesyonên çavdêriyê pêş xistine, ew kamere û balefirên piçûk ên bê balefirvan bikar tînin daku çavdêriya çalakiyan li deverên biyabanî yên derdora rêyê bikin, wî got.

"Herwiha hêzên ewlekariyê dest pê kirin satirên axî li rex rêyê cêdikin li deverên ku hîn weke deverin xeternak tên raçavkirin," Fehdawî got.

Di nav wan de Kîlo-160 û deverên Seqir li rojavayê Remadîyê.

Tedbîrên ewlekarî yên nû armanca vejiyana rêya trafîkê ya navdewletî dikin, rêya ku yeke ji rêyên herî pêwîst û herî stratîcî li Îraqê" wî got, wî anî ziman ku rêya navdewletî yeke ji rêyên aborî yên bigehîn e.

"Qedereke mezin ji kar heye daku rê amade bibe, weke nerîneke ewlekarî, ji ber ew di rûberin fereh re derbas dibe deverên ku ne xalî ne ji veşargehên terorîstan," Fehdawî got.

Wî anî ziman ku êrîşên berî vê ji nava biyabanê dest pê kirin.

Dergehê çalakiya bazirganî

Rêya navdewletî,demeke dirêj weke rêyeke bazirganiyê ya çalak xizmet kir, bi taybet di navbera Îraq û Urdinê de, di rêya dergeha Trebilê re, ya ku bi awayekî fermî roja Çarşemê careke din hat vekirin.

"Hikûmet hewldanin mezin dike daku rêyê misoger bike," Kazim Eqabî, serokê dethilatdariya dergehê sînorî, got.

Hikûmeta Îraqî dê biryareke dawî derbarê vekirina rêyê bide heta ew lêkolîneke giştgîr li ser ewlekarîya wê û hazirîya wê ji bo tevgera bazirganî û geştê were bidawîkirin, wî ji Diyaruna re got.

"Tedbîr û hêzên têr hene daku korîdorê biparêzin," wî got, wî anî ziman ku Fermandariya Operesyonên Enbarê û Polîsê Sînorî amade ne.

"Di 20êTebaxê de, me hevrêya şandeya ewlekariyê ya birêvebriya Wezîrê Karê Hundir Qasim Erecî daku dergehê [Trebiê] seh bikin," wî got.

"Me rê dît, ew di rewşeke Baş de ye," wî got. "Keymon dikarin tê re kel û pel û rêwîyan vehuhêzin û her tişt amade ye ku dest bi kar bike."

Desthilatdariya dergeh bi kurtî dergeh di 22ê Tebaxê de vekir daku rewşa wî û ya rêya trafîka navdewletî seh bike.

"Me kerwaneke mezin ji 100 kemyonan yên girêdayî wezaretên bazirganî û veguhestinê ji Bexdayê heta xala derbasbûnê," wî got, wî not kir ku hewldan serkeftî bû.

Enbar nêzî bidestxisitina sûdên aborî ye

Îraq bi giştî û xelkên Enbarê bi taybet dê sûdên aborî yên mezin bi dest bixin ji destpêkirina çalakîya bazirganiyê, Eqabî got.

"Gelek ji van kesan dê vegerin di şehna kel û pelan û bazirganiyê de kar bikin, karê ku ji ber terorîzmê ji dest wan çûbû," wî got, herwiha wî anî ziman"gelek bajarên ku rê di wan re derbas dibe dê vegerin çalakîya xwe".

"Em encamin gelekî pêwîst pêşbîn dikin," aborînas Macid Siwarî ji Diyaruna re got.

"Rêya Enbarê ya navdewletî berî dagirkirina DAIŞ, çalak bû, xala derbasbûnê gelek qezenc ji Îraqê re dianîn û di misogerkirina pêdevîyên welat ji gelek kel û pelan û materyaln re beşdar dibû," wî got.

Nûbikaranîna rêyê dê sûdên madî dabîn bike yên dê alîkarîyê bi Enabarê re bikin daku binesaziya xwe nûava bikin, Siwarî got.

"Ew dê gelek karan ji xelkên herêmê re misoger bike û bi vî awayî ew dê kêşeya betaliyê kêm bike," wî got, li gel ew dê bazirganîya navdewletî û pêşxistinê hêsan bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500