Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî tedbîrên ewlehî li ser rêya navdewletî ya Enbarê zêde dikin

Xalid Taî

Kamyonên bazirganî yên ji dergehê sînorî yê Trêbîlê tên didin ser rêya navdewletî li Enbarê, ku hêzên Îraqî tedbîrên ewlehî li wir dest pê kirine. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Kamyonên bazirganî yên ji dergehê sînorî yê Trêbîlê tên didin ser rêya navdewletî li Enbarê, ku hêzên Îraqî tedbîrên ewlehî li wir dest pê kirine. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî rêkarên nû pêk anîne bo misogerkirina ewlehîya rêya navdewletî ya Enbarê, berpirsekî xwecihî Sêşemê (21ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê rêkarên nû li ser rêya navdewletî pêk tînin, rêya ku ji dergehê sînorî yê Trêbîlê li ser sînorê Îraq û Urdunê diçe Bexdaya paytext, di parêzgeha Enbarê re," şaredarê Rutbayê Îmad Meşael Dulêmî ragihand.

"Wan dest bi danîn xalên nû yên pişkinînê li dirêjahîya rê kirine, ku herî kêm 70 xalên pişkinînê yên nû di planê de ene, bi armanca kêmkirina dûrahîya di navbera wan de û qayimkirina kontrola li ser rêyê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku pagerên hevbeş ên Firqeya 1ê ya Artêşê, Fermandarîya Operasyonên Enbarê, polîsê deverê, Hêzên Hawarîyê û Zêrevanîya Sînor dê çavdêrîya rêyê bikin.

Pagereke Zêrevanîya Sînor a Îraqî operasyonekê pêk tîne bo ewlekirina deverên biyabanî yên li tenîşt rêya navdewletî li Enbarê, di Hezîrana 2017an de. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Zêrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Pagereke Zêrevanîya Sînor a Îraqî operasyonekê pêk tîne bo ewlekirina deverên biyabanî yên li tenîşt rêya navdewletî li Enbarê, di Hezîrana 2017an de. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Zêrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Wî eşkere kir ku herwiha "sîstemeke kamîrayan hatiye danîn bo pêşxistina xebatên çavdêrîkirin û şopandina tevger û çalakîyên terorîsyan, ên ku xeterîyê li ser trafîk û bazirganîya di rêyê de çêdikin".

Zêdekirina demjimêrên kar

Dulêmî dîyar kir ku ev rêkar û tedbîr beşek in ji planeke Fermandarîya Operasyonên Enbarê bo zêdekirina demjimêrên ku rê di wan de bo rêwî û kamyonên bazirganî yên ji Urdunê tên vekirî be.

"Rê bi tenê bi roj vekirî ye û ji rojavayî heta bi berbangê girtî ye, bi hêvîya ku ji heftîya werê de weke destpêk dê heta demjimêr 10 êvarî vekirî be û pişt re dê bi berdewamî vekirî be," wî got.

Dulêmî teqez kir ku rê "bi temamî ewleh e û tu kiryarên terorî lê rû nedane ji dema vekirina rêyê di Tebaxa 2017an de piştî şikestin û binxistina 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ)".

"Girtina rêyê bi şevan bi tenê rêkareke parêzî ya ewlehî ye," wî zelal kir.

Wî dîyar kir ku rewşa rêyêdi salên borî baş bûyedi encama xebatên berdewam ên bo misogerkirina ewlehîyê de, û da zanîn ku dora 700 kamyonên bazirganî rojane tê re derbas dibin, ev ji bilî otombîlên ku rêwîyan vedughêzin.

"Hevdem ligel xebata ewlehî, xebatên berdewam ên çaksazîkirina rêyê hene, ji ber ku rê ji ber terorîstan û operasyonên serbazî ziyan dîtiye," Dulêmî got.

Wî teqez kir ku nûkirina sê pirên wêrarbûyî di navbera deverên Kîlo 160 û navçeya Rutbayê de hatiye qedandin, û herwiha avakirina pirine din û qîrkirina hinek beşên rêyê yên bombeyên DAIŞê ziyan gihandiye wan dest pê kiriye.

Dulêmî got ku sê rawestgeh di navbera Kîlo 70 û Kîlo 25 de, li rojava û rojhilatê Rutbayê, hatine vekirine û xebat berdewam in bo vekirina rawestgehên bêhtir li dirêjahîya rêya ku dora 400 kîlometran dirêj e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500