Nûçeyên Iraqê

Îraq û Urdin dergehê sînorî careke din vedikin

Urdin û Îraq îro Çarşemê (30Tebaxê) careke din dergehê sînorî yê tenê vekirin, dibêjin ewlekarî hate vegerandin piştî ku "Dewleta Islamî" (DAIŞ) sê salan kontrola herêmên sînorî kir, AFP ragihand.

Di daxuyanîyeke hevbeş de, hikumetên her du welatan gotin ku dergehê bi navê trebil li Îraqê û yê bi navê Kerame li Urdinê, careke din hatin vekirin piştî ew "li dijî êrîşên ji alîyê komên tawankar ve hatin ewlekirin".

Dergeh beşeke ji rêya pêwîst ya ku paytexta Îraqî û Urdunî digihîne hev.

Rê di biyabana fereh ya parêzgeha Enbarê re derbas dibe, cihê ku DAIŞ lê asêgehên xwe yên dawî radigire, di nav de bajarokên Rewa, Enah, Qaim, bêtir ji 200 kîlomitran bakurî naveda sînor.

Vekirina gergeh careke din nîşana zêzebûna aramîyê li herêmê dide û vegerandina tevgera trafîka bazirganî dê ji aborîya her du welatan re pêwîst be.

Adil Mesûdî, serokê karûbarên navdewletî di wezareta bazirganîyê de, got pêşbînî heye ku Îraq dest pê bike kel û pelan ji Oropayê di rêya Trebil re hawirde bike û herwiha wî bikar bîne daku berhemên xwe hinarde bike di nav de neft.

Wezîrên karê hundir yên Urdin û Îraqê Xalib Zuebî û Qasim Erecî, di daxuyaniyên cuda de gotin ku herwiha vekerina dergehê Trebil careke din serkeftineke li dijî "terorîzmê".

"Vekirina vî dergehê çalak careke din wateya îrada dijberîya terorîzmê dide... û biryara me ku em jîyanê vegerînin awayê wê yê nromal li vê herêmê," Zuebî got.

Hevtayê wî yê Îraqî anî ziman: "Terorîzmê xwest vî dergehî bigire, weke ku bêje em jîyanê bidawî dikin... lê em jîyanê dixwazin û em hêvî dikin ku berdewam bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500