"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) laşên hejmarek ji çekdarên zarok, ên naskirî bi "Şêrên Xîlafetê", radestî malbatên wan li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê kirin, çalakvanan ji Diyaruna re got.
Roja Duşemê (14ê Tebaxê) û Sêşemê, nobedariyên DAIŞ laşên 22 çekdarên zarok ên ku temenên wan ne bêtirî 14 salan bûn radestî malbatên wan li rojhilatê Dêrazorê kirin, li gorî çalakvanê medyayî Muhêdîn Eqîdî, yê ji gundê Keşkeşiyê got.
Wî ji Diyaruna re gotvê yekê pêleke qehr û nîgeraniyê di nav xelkê de çêkir, anî ziman ku hinek ji wan zarokandi meha dawî de hatibûn çekdarkirin.
Li gorî şahidhalan, Eqîdî got, endamên DAIŞ ji dêbavan re gotin ku zarok di şerên li herêma Badiya (biyabana) Sûriyê de hatine kuştin.
"Ev zarok beşek bûn ji komeke mezintir ji zarokine ji herêmê ku li jêr navê "Şêrên Xîlafetê" hatibûne çekdarkirin, û biryar bû ku rahênanê bibînin bo heyama sê mehan herî kêm berî ku bo zonên şer werin veguhestin," Eqîdî got.
"Lêbelê, xuya ye ku kêmbûna çekdaran a ku grûp rastî wê tê sedema şandina wan bo eniyên pêşîn ên şerên lidar li mîhwerê Badiyê," wî got jî.
Hinek malbatên ku laşên zarokên xwe wergirtin hinek zarokên wan jî ji aliyê rêxistinê ve hatibûn girtin ji dema derxistina biryara DAIŞ a leşkeriya bizorêku berî çend rojan kete warê bicihkirinê de.
Eqîdî got ev malbat feqîr û hejar in.
DAIŞ sûdê ji rewşa wan a darayî werdigre daku zarokên wan çekdar bike, wan bi mûçeyên mehane û parên xwarinê tema dike.
"Rêxistin herwiha hevahengîkarên xwe [yên ku pereyan dide wan] neçar dike ku zarokên xwe bişînin şer bi rêya gefxwarin ku mûçeyên wan ên mehane bisekinîne," wî got.
Ev mûçe daketine kêmtirî $100 ne, û hinek caran kêmtirî $50 ne jî.
Gelek bêjîyên DAIŞç hene. Wan bibin, bila zû werin kuştin.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT