Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ bi darêzorê mêrên Dêrazorê di nav rêzên xwe de tejnîd dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Elî Ehmed el-Haj, nûciwaneke ji gundê Qûriya yê li gundewarê Dêrazorê ye, ew tev hevjîna xwe bi mînên ku "Dewleta Îslamî" çandine hatin kuştin dema ku wan hewl dida ku ji deverê birevin piştî ku rêxistinê serbaziya neçarî sepand. [Wêne ji rûpela Facebookê a Qûriya hatiye wergirtin]

Elî Ehmed el-Haj, nûciwaneke ji gundê Qûriya yê li gundewarê Dêrazorê ye, ew tev hevjîna xwe bi mînên ku "Dewleta Îslamî" çandine hatin kuştin dema ku wan hewl dida ku ji deverê birevin piştî ku rêxistinê serbaziya neçarî sepand. [Wêne ji rûpela Facebookê a Qûriya hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest bi girtina mêran li gundewarên rojhilatî yên Dêrazorê kiriye daku wan neçar bike ku di nava rêzên wê de şer bikin, li gorî çalakvanên xwecihî.

"Wîlayet el-Xêr" (parêzgeha Dêrazorê) roja 3ê Tebaxê fermanek derxistiye ku tê debangê bo "tejnîda gelemper a neçarî" dike, û dozê li hemû kesên ku temenên wan di navbera 20 û 30 salan de ne ku xwe ji bo perwerdahiya serbazî û şerîetê navnivîsîn bikin.

Fermana nû heftiyeke muhlet daye ciwanan bo ko xwe bo serbaziyê navnivîs bikin û kaxezên xwe dabigrin.

Roja Yekşemê (13ê Tebaxê), endamên DAIŞ dest bi girtina jiwanan kirin ji gund û bajarokên derdora Dêrazorê, di nav de Eşara, Teyana, Sibêxan, Şwêt, Dwêr and Qûriya, çalakvanê mîdyayî Cemîl Ebid, got.

"Dawîn dema ku rêxistinê destnîşan kiriye ji ciwanan re bo ew xwe bi dilê xwe radestî ofîsên serbazî bikin roja Şemiyê ye," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku DAIŞ wê rojê tu kes negirtin, û gotgot belav kirin ku dê DAIŞ fermanê betal bike daku ciwanan bixapîne û ew ji deverê nerevin.

Ebid got ku şêniyên hinek bajarokan, mîna Teyana, ji wan re hate gotin ku serbaziya neçarî li devera we pêk nayê, lê wan dît ku pêngavên girtinê ji bajarokên wan destpê kirin.

Şênî ji Dêrazorê direvin

Ebid got ku şêniyên gundewarên Dêrazorê bi refan ji deverên li jêr kontrola DAIŞ direvin û diçin deverên li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li parêzgeha Hesekê, tevî rêçikên xeternak yên ku tê re tên.

"Gelek hatetên mirinê hatine tomarkirin, zarok jî di nav wn de hene, ji ber germahiya gelek û kêmpeydabûna avê," wî got, da zanîn jî ku hinek din jî di teqînên teqemeniyên bidestçêkirî de yên ku DAIŞ di rêyan de çandina daku nehêle xelk bireve hatin kuştin.

Wî got ku qaçaxçî kêsebaziyê dikin û rewşê bikar tînin û heqdestên xwe heta asteke gelek bilind kiriye.

Da zanîn jî ku hinek qaçaxçiyan malbat di nivê rêya rêwîtiyê de bi tenê bo çarenivsa wan hiştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500