Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Kelaşên mêrên êla Şiêtatê yên li ser destê DAIŞê hatibûn kuştin ji komgoran tên derxistin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwebar û şênîyên deverê laşên qurbanên DAIŞê li goreke bikom a nû hatiye dîtin li Dêra Zorê der dixin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya North Press hatiye wergirtin]

Xwebar û şênîyên deverê laşên qurbanên DAIŞê li goreke bikom a nû hatiye dîtin li Dêra Zorê der dixin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya North Press hatiye wergirtin]

Kelaşên 26 qurbanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji goreke bikom hatin derxistin li gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Dêra Zorê.

Qurbanî, ku hemû ji êla Şiêtatê ne, di zincîrek ji tawanên DAIŞê de di Tebaxa 2014an de hatin kuştin.

Ew di xendeqekê de li biyabana li derveyî bajarokê Cemayê li nêzî zevîyên neftê yên Omer hatibûn binaxkirin, mîdyavan û endamê êla Şiêtatê Samih Eqîdî ji Diyaruna re ragihand.

Di vê komgorê de laşên mêr û ciwanên ku DAIŞê ew kuştin piştî derketina şer û pevçûnan hene, piştîêlê serhildanek li dijî rêxistinê û hukmê wê yê li parêzgeha Dêra Zorê dest pê kir.

Kelaşên qurbanên DAIŞê bi karwanekê ji komeke bi kom bo Goristana Şiêtatê li Dêra Zorê tên veguhestin. [Wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Kelaşên qurbanên DAIŞê bi karwanekê ji komeke bi kom bo Goristana Şiêtatê li Dêra Zorê tên veguhestin. [Wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Şênîyên Dêra Zorê li cihê goreke bikom ku laşên endamên êlê yên DAIŞê ew kuştine li nêzî zevîyên neftê yên Omer kom bûne. [Wêne ji Halab Today TV hatiye wergirtin]

Şênîyên Dêra Zorê li cihê goreke bikom ku laşên endamên êlê yên DAIŞê ew kuştine li nêzî zevîyên neftê yên Omer kom bûne. [Wêne ji Halab Today TV hatiye wergirtin]

DAIŞê li hember vê yekê çavsorî û xwînmijîya xwe bi tundî nîşan da, û 700 kes ji êla Şiêtatê kuştin.

Bi dehan endamên êlê hîn nebedî ne, û navên wan hîn di lîstên kesên wendayî de ne. Eqîdî got ku tu agahî li dor çarenivîsa wan tune ye ji dema ku DAIŞê dest danî li ser deverê, û kelaşên wan jî nehatine dîtin.

Gelek gorên bikom hatine kolandin, û dîtina cihê wan dê dirêj bike, ji ber berfirehîya rûbera devera ku pevçûn li wir qewimî bûn.

Piştî tundîya sala 201an, şerê di navbara DAIŞê û êlê de heta 2015an dom kir, ku tê de rêxistinê biryara kuştina hemû xort û zilamên êlê yên temenê wan bêhtir ji 14 salan û talankirina malan da.

Wî dîyar kir ku Şiêtat yek ji êlên herî mezinli herêmê ye, û wê di serî de DAIŞ red kir û serî li hember wê hilda, ku ev yek jî pir girîng bû di şikandina wêneyê hêzdarîya rêxistinê de.

Wî got ku ev yek karvedana pir tundrew a DAIŞê ku bû sedema kuştina 1,200 kesan di salên 2014an û 2015an de şirove dike.

Destnîşankirina nasnameya qurbanan

Bi hevkarî ligel Komela Şehîdên Şiêtatê, Tîma Bersivdayîna Seretayî ya Xweserîyê wêneyên laşên qurbanan kişandin, mîdyavanê ji Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Wan herwiha hemû tiştên kesane yên bi wan re kom kirin.

Pişt re wan kelaş û tiştên wan kesan ligel wêneyan hatin berhevkirin, wêneyên ku ji hêla sivîlan ve ne bi gelekî piştî qurban werin kuştin hatine kişandin.

Ebid got ku di encamê de nasnameyên 25 laşan hatin naskirin, û bi tenê laşek ma ku nasnameya wî nehatine naskirin.

"Hemû qurbanên li vî cihî zilam û ciwanên ku temenên wan di navbera 18 û 35 salan de ne," wî got, û ew ji malbatên Ehmed, Cirû, Rehîm, Redsa, Behir, Hebîb, Balo, Henûş, Sûfî, Oweyid, û Mehmûd in.

Wî dîyar kir ku Komela Şehîdan bi malbatên qurbanan re têkilî kirin piştî destnîşankirina nasnameyên wan bo veguheztina wan Goristana Şiêtatê ji hêla malbatên wan ve û bixaksipartina wan li wir.

Şênî jîyana xwe dixin xeterîyê

Li gorî Motez Eqîdî, şênîyekî ji gundewarê Dêra Zorê, komgor ne ji hêla endamên DAIŞê ve hatibû kolandin, belê ji hêla şênîyên gundên li hawîrdorê.

Wî dîya kir ku wan çaverê kir heta endamên DAIŞê piştî kuştina wan ji wir çûn, û pişt re wan wêneyên hemû qurbanan kişandin berî wan binax bikin, ev yek jî ji bo ew bi rêya van wêneyan werin naskirin.

"Wan ev yek kir û selamatîya xwe xistin metirsîyê" Eqîdî got û bal kişand ser encamên gengaz bû qewimî bane eger DAIŞê ji vê xeberdar bûbaye.

Wî da zanîn ku hinek parçeyên cilan ên li cihê gorê hatin dîtin ligel cilên qurbanan li xwe kiribûn dema wêneyên wan hatin kişandin hatin berhevkirin, ku vê yekê destnîşankirina nasnameyan wan hêsan kir.

Wî got ku piştî cihê gorê hat dîtin roja 26ê Cotmehê, prosesa destnîşankirina nasnameya qurbanan di çend rojan de bi dawî bû, ku vê yekê gelek dem û xebat sivik kir û hewcedarî bi pişkinîna DNA nehişt.

Wî da zanîn ku tevî piştrastbûna kuştina zarokên wan hişt malbat pir xemgîn bin, lê vê yekê dawîyek ji vê azarê re danî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500