Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Gorên DAIŞ li Helebê bi termên zincîrkirî tijî ne

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Endamên tîmeke berevaniya sivîl a Sûrî termên qurbaniyên "Dewleta Islamî" ji gorekê derdixin li bajarokê Axterîn ê parêzgeha Helebê. [Wêne ji Berevaniya Sivîl a Sûrî]

Endamên tîmeke berevaniya sivîl a Sûrî termên qurbaniyên "Dewleta Islamî" ji gorekê derdixin li bajarokê Axterîn ê parêzgeha Helebê. [Wêne ji Berevaniya Sivîl a Sûrî]

Tîmeke berevaniya sivîl term ji gorekê li gundewarên Helebê derxistin ku tê bawerkirin ên çekdarên Artêşa Sûriya Azad in ku ji aliyê "Dewleta Islamî" ve hatin kuştin, çalakvanên xwecihî got.

Tevî ku term nehatine naskirin, ji ber rewşa wan a xerab, cihê gorê yê nêzî bajarokê Axterîn nîşan dide ku qurbanî çekdarên Artêşa Sûriya Azad in ku ji aliyê DAIŞ ve hatine girtin dema pevçûnên ku di sala 2014an de qewimîn.

Bendên hesinî ku bo girêdana dest û lingên qurbaniyan hatin bikaranîn nîşan didin ku bermahî yên qurbanyên ku li ser staylê DAIŞ hatine sêdarekirin, li gorî çalakvanan.

Cihê gorê hat dîtin dema ku niştecihekî Axartîn bermahiyên hestiyên mirovî dîtin çaxê ku mala xwe li bajar çêdikir, çalakvanê medyayî yê li Helebê Feysel Ehmed ji Diyaruna re got.

Wî niştecihî têkilî bi polîsên komîteya ewlekariya Artêşa Sûriya Azad re kir, ku cih pişkinîn kir ligel tîmeke ji berevaniya sivîl, ku bi navê Kumên Spî tê naskirin, wî got.

Li gorî endamekî Kumên Spî li Axterîn, endamê berevaniya sivîl roja Duşemê (17ê Tîrmehê) hestiyên mayî derxistin û piştrast bûn ku herî kêm sê qurbanî hene, û dibe ku hejmar bo pêncan zêde be.

Dest û lingên zincîrkirî

Dest û ligên du laşan bi zincîrên hesinî girêdayî bûn, nîşan didan ku ew hatibûn sêdarekirin, li gor endamê berevaniya sivîl.

Devera Axterîn ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014an de hatibû dagirkirin û ji aliyê komên Artêşa Sûriya Azad ve hatibû rizgarkirin piştî gelek êrîş û vekişandinan di sala 2016an de, Ehmed got.

"Dema ew li jêr kontrola rêxistinê bû, endamên DAIŞê awayên herî dijwar ji çewsandin û darvekirinê li dijî herkesê ku li dijî wê radibû bikar tanî," wî got.

Rêxistinê tawanên nayên gotin di sala 2014an de kirin û di şerên piştî DAIŞê de destê xwe danî ser deverê, wî anî ziman.

Term bê nasname hatibûn binaxkirin, lê belê dibe ku ew bermahiyên çekdarên Artêşa Sûriya Azad bin ku di pevçûnên sala 2014an de hatibûn girtin, ji ber ku bermahiyên cilên serbazî ligel terman hatin dîtin, Ehmed got.

"Dibe ku encumena bajarokê Axterîn mînakên hestiyan ji bo welatekî nêz bişîne daku ezmûna DNA ji bo naskirina nasnameyên qurbaniyan pêk bînin," wî got.

Cihên din ên goran ku DAIŞ qurbaniyên xwe binaxkiribûn nêzî Axertîn hatin dîtin, li bajarokên Cebel Bersaya û Cazir, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500