Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Tîmên bijîşkiya dadwerî lêkolînan li ser gorên komî li Rutba dikin

Xalid Taî

Hêzên ewlekariya Iraqî û tîmên bijîşkiya dadwerî goreke komî ya qurbaniyên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li Enbarê dibînin. [Wêne ji aliyê fewca hawarçûnê ya Enbarê]

Hêzên ewlekariya Iraqî û tîmên bijîşkiya dadwerî goreke komî ya qurbaniyên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li Enbarê dibînin. [Wêne ji aliyê fewca hawarçûnê ya Enbarê]

Berpirsên Iraqî bermayiyên qurbaniyên ku ji aliyê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve li Rutba, rojavayê parêzgeha Enbarê, hatine kuştin û avêtin li gorên komî pişkinîn dikin.

Firqeya yekê ya artêşa Iraqê 9ê Sibatê, bi alîkariya nişticihan, du gorên komî li Rutba dîtin , Qayimeqam Imad Mişel ji Diyaruna re got.

Goreke komî di erdekî avêtina gilêşan ku ji bo gilêşên bizîşkî tên bikaranîn nêzî taxê Eskerî li navenda Rutba hat dîtin, hevdem gora din li deverê Wadî li qeraxa başûrî ya bajarok hat dîtin.

Termên endamên hêzên ewlekariyê yên Iraqî û sivîlên ku ji aliyê DAIŞ ve hatin bidarvekirin di gorên komî de bûn, Mişel got.

Wî texmîn kir ku di gora komî ya yekem de dewra 20 heta 30 qurbanî hatibûn kuştin û bi bêserûberî hatibûn avêtin û bi bildozeran bi kevir û paşmayiyên avakirinê hatibûn nixumandin.

Vekolînên destpêkê nîşand didin ku DAIŞ demekî piştî dagîrkirina Rutba di havîna sala 2014an de ev laş sêdare kirin û ew avêtin di gorên komî de, Mişel got, anî ziman jî ku aniha zehmet e dîroka tekez an jî hejmara rast a laşên gorkirî bên zanîn.

Hêzên Iraqî, bi piştgiriya şervanên xwecihî, di meha Gulana 2016an de piştî şerekî dijwar ligel DAIŞ kontrola Rutba kirin.

Rizgarkirina Rutbayê , ku dikeve ser rêyeke stratêjîk a ku Iraqê bi Urdun û Sûriyê ve girê dide, weke derbeke mezin li DAIŞ tê hejmarkirin, ji ber ku bi milyonên dolarên weke qezenceke mehane ji destê wan çû.

Ne gelek li ser qurbaniyên gora komî ya li derveyî bajarok, li deverê Wadî, tên zanîn, Mişel got. "Heta niha, me dîdgeheke zelal li ser gora derveyî bajarok tune ne, lê belê ew jî hejmareke qurbaniyan yên ku li ser destê DAIŞ hatine kuştin dihewîne."

"Me her du gorên komî dorpêç kirine û me doz şandiye saziyên hukmetê yên girêdayî, mîna Wezareta Tendiristiyê, rêxistinên mafên mirov," wî got.

"Aniha em li benda gihiştina tîmên ji pispor û şarezayên bijîşkî yên dadwerî bo gorên komî daku goran vekin û terman derxin, pişkinînên cînatên wan bikin û bizanibin ew yên kê ne," wî got.

Dehên gorên komî li Iraqê

Ji dawiya 2015ê ve, hêzên Iraqî bi dehên gorên bikom li Iraqê dîtin , bi piranî li bajarê Şengalê, li parêzgeha Nînewa.

Herdû gorên li Rutba pêşîn girav in ku li deverê tên dîtin, lê ne yên yekem in li parêzgeha Enbarê.

Di Nîsana 2016an, parêzgehê dîtina sê gorên bikom li taxa Malaîb, li başûrê Remadî, ragihandin, yên ku bermahiyên laşê 30 leşker û sivîlan himbêz dikirin, ew bi destê DAIŞ hatibûn sêdarekirin.

Asal Fehdawî, endamên encumena parêzgeha Enbarê, got ku dîtina gorên bêhtir li parêzgehê "wêneke zelal derbarê qasê hovîtiya terorîstan li dijî civaka li deverê ku di nav pencên wan de bûn dide me".

"[DAIŞ] tu dilovanî li xelkê nekiriye û weke mirovan bi wan re danûstandin nekiriye," wî ji Diyaruna re got, û diyar kir ku dixuye ku hîna jî dê gor werin dîtin.

Ew gorên li Rutba hatine dîtin dê li gorî protokolekî diyarkirî lêkolîn derbarê wan de bên kirin, wî got, protokol jî wiha dibêje:"Di serî de vekirina goran dê ji aliyê ezmûndarekî nûjdarî û tîmeke teknîkî ve bê encamdayîn daku hejmara qurbaniyan, kengî û çawa hatine kuştin bê naskirin."

Piştre "dê sampl in ji bermahiyên laşan ji Beşa Nûjdariya Tawanasî li Bexdayê re bên şandin ji bo analîza DNA daku ew bên naskirin", piştî hingî dê laşan "bidin malbatên qurbaniyan ji bo dîsan bên definkirin".

Lêkolînkirina Tawanên DAIŞ

Parlemantarê Iraqî Hebîb Terafî, endamê komîteya mafên mirov li parleman, tekezî li ser girîngiya alîkarîkirina civaka navdewletî ji Iraqê re di çavdêrkirin û lêkolînkirina tawanên DAIŞ de kir, nexasim di warê gorên bikom de.

"Hevpeymana nacdewletî piştgiriyeke serbazî ya mezin ji me re pêşkêş kir û gelek xebatên navdewletî di warên firyaguzarî û mirovî de hene," wî ji Diyaruna re got.

"Lê belê em hêvî dikin ku cîhan dê tiştên pêwîst ji me re bişîne, mîna şarezatiyê û tenkînkên nû" yên bi pişkinînkirina terman ce û pêkanîna pişkinînên pêdivî ji naskirina wan re girêdayî ne, wî got.

"Her rojeke diqede, hêzên me pêşketinê dijî DAIŞ pêk tînin, û her vekişîneke girûpê gelek ji tawanên wê yên hovî derdixe," Terefî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Binketin ji malbata Siûd re, çêker û sponserê DAIŞ, hevkarê siyonîzm û Amerikayê, şeytanê herî mezin.

BERSIV BIDE