Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Iraqî êrîşî xwekujên jin ên DAIŞ li Mûsilê dikin

Xalid Ta'î

Leşkerên Iraqî jineke pîr ji bermahiyên Bajarê Kevin ê li rojavayê Mûsilê rizgar dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Navenda Medyaya Nînewa]

Leşkerên Iraqî jineke pîr ji bermahiyên Bajarê Kevin ê li rojavayê Mûsilê rizgar dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Navenda Medyaya Nînewa]

Di vê hefteyê de zêdetirî deh jinên xwekuj hatin sekinandin û kuştin li rojavayê Mûsilê, Ajanjsa Dijî-Terorê ya Iraqî roja Înê (7ê Tîrmehê) got.

"Di sê rojên borîn de, hêzên me êrîşên xwekujên jin ên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) yên ku hatibûn şandin daku astengiyê li rizgarkirina Bajarê Kevin ê Mûsilê bikin sekinandin," berdevkê ajansê Sebah Numan ji Diyaruna re got.

Hîna çekdarên DAIŞ li Bajarê Kevin dorpêçkirî ne, wî got.

"Herî kêm me 17 [xwekujên jin] yên ku hewil didan dijî hêzên me û niştecihên ku ji zonên şer direvin xwe biteqînin kuştin," wî got.

Piraniya kesên kuştî "ne-Iraqî ne yanjî jinên çekdarên DAIŞ in ku ji aliyê hêzên rizgarker ve hatine kuştin anjî êrîşên xwekuj pêk anîne", Numan got.

Karda dawî

"Rêxistin jinan weke çekekî di pevçûnê de bikar tîne, û karda dawî ya xwe weke hewilekê bo hiştina molgehên dawîn li jêr kontrola wan bikar tîne," wî got.

"Ev nîşana şikestinê ye," wî got jî.

Hêzên ajansê vê hefeyê xesarên giran gihandin rêxistinê, û zêdetirî 900 çekdarên li sikakên kevin asêbûyî kuştin, Numan got.

"Hinekan ji wan dixwestin ku bi rêya çemê Dîcelayê ber bi rojhilatê Mûsilê ve birevin," wî got, "lê belê çavên hêzên me li ser wan bû."

Beriya ku rê bidin zilamên reviyayî ku ber bi cihên ewle biborin, hêzên Iraqî ji wan dixwazin ku qemîsên xwe bilind bikin daku piştrast bibin wan kemerên teqîner li xwe nekirine.

Lê, ew di pişkinînkirina jinan de rastî zehmetiyê tên.`

Çekdarên DAIŞ ev tiştî îstixlal kirin bi rêya lixwekirina cilên jinan daku ligel niştecihên revyayî bifilitin anjî bo pêkanîna êrîşên xwekujî çaxê nêzî yekîneyên serbazî bibin.

"Hîna xwekujên jin û mêr li Bajarê Kevin hene," Numan got, anî ziman jî ku "em rê nadin wan ku gefê li sivîlên bêwan bikin anjî êrîşî hêzên me bikin."

"Ev çend hefte ne ku em di meydana şer de ya ku roj bi roj aloztir dibe şer dikin, lê gelek nemaye ku em misyonê temam bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500