Nûçeyên Iraqê

QSD pêşketineke nû dijî DAIŞ li Reqa pêk tîne

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Înê (14ê Tîrmehê) taxeke nû ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Reqaya Sûriyê vegerand, lê belê zehemtiyê di manê di cihên xwe de dijî xwekujên otombîlên bombekirî dîtin, li gorî AFP.

Hevbendiya Erebî-Kurdî roja Pêncşemê taxa Betenî ji DAIŞ birin.

"Derengiya Pêncşemê, wan êrîşek dijî Rumêla ya nêz pêk anîn," rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman got.

Pevçûn roja Înê dijwar bûbûn dema ku DAIŞ tektîkên berevanî pêk tanî: dronên biçek, segvan û teqemeniyên bidestçêkirî, Ebdilrehman got.

Şervanekî QSD yê 30 salî nêzî Rumêla, ku xwe bi navê Abû nasand, got ku êrîşkarên xwekuj roja Pêncşemê wesayitên bi teqemeniyan barkirî bikar anîn daku rêgiriyê li QSD bikin.

"Ew otombîlên bomberêjkirî dişînin cihên me, û dema ku ew bi paş dikevin mayînan diçînin," wî got, anî ziman jî ku sivîl, "nikarin bilivin. Ew nikarin bi roj derkevin bi sedema segvanan".

Abû got ku yekîneya wî karî rêyeke revê ji niştecihên Rumêla re veke.

Li gorî Ebdilrehman, DAIŞ hewilên QSD ji bo beşên din ên Reqa hêdî dike, Bajarê Kevin di nav de.

"QSD zehmetiyê di manê li cihên nû de li Bajarê Kevin dikişîne bi sedema dijwarbûna nîşangiriyê û êrîşên dronên bombe-hilgir," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500