Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî 25 gund ji destê DAIŞ derxistin di demekê de ku çekdaran êrîşî Kerkûkê kir

Diyaruna

Hêzên hikûmeta Iraqê derbasî devera Qeyara dibin, li başûrê Mûsilê, di 20ê Cotmehê de, di dema pêşketina xwe de di çarçoveya operasyoneke hêzên hikûmî de ji bo vegerandina asêgeha girîng a dawî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Iraqê. [Bulent Kilic/AFP]

Hêzên hikûmeta Iraqê derbasî devera Qeyara dibin, li başûrê Mûsilê, di 20ê Cotmehê de, di dema pêşketina xwe de di çarçoveya operasyoneke hêzên hikûmî de ji bo vegerandina asêgeha girîng a dawî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Iraqê. [Bulent Kilic/AFP]

Piştî çend rojan ji destpêka êrîşeke hêzên Iraqî ji bo vegerandina Mûsila asêgeha rêxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) , 25 gund û bajarok li gundewarên bajarê li parêzgeha Nînewa hatin rizgarkirin, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Ji Duşemê (17ê Cotmehê) ve, hêzên Iraqî, bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî, bêtirî 300 kîlometrên duca li derdora Mûsilê rizgar kirine, fermandarê operasyonên Nînewa Necimedîn Kerîm Cibûrî roja Înê (21ê Cotmehê) got.

"Bîst û pênc gund û bajarok hatine vegerandin, ku yên dawî ji wan gundên Bertela, Humdiya, û Cebel Esfer bûn," wî ji Diyaruna re got.

Bêtirî 300 çekdarên DAIŞ di şer de hatin kuştin, wî got.

Bikaranîna mertalên zindî

dibe ku çekdarên DAIŞ amadekariyan bo bikaranîna sivîlan weke mertalên mirovî dikin, , yan hema wan bikujin, li şûna ku bihêlin ew werin rizgarkirin, NY roja Înê got.

Serokê komîsyona mafên mirov a NY Zeid Raad Husên got ku raport li ba ofîsa wî hene ku sivîl nêzîkî cihên çekdarên DAIŞ li Mûsilê hatibûn girtin, dibe ku weke bestekê li hember pêşketina hêzên Iraqî bin, AFP ragihand.

"Metirsiyeke mezin heye ku çekdarên DAIŞ dê ne tenê van xelkê bêsûc weke mertalên mirovî bikar bînin lê dibe ku ew wan bikujin li şûna ku wan rizgarbûyî bibînin," Husên di daxuyaniyekê de got.

Nexasim, Husên got ku raport li ba ofîsa wî hene ku çekdaran hefteya borî nêzîkî 200 malbat neçar kirin ku ji gundê Semaliya yê nêzîk biçin Mûsilê.

350 malbatên din hatin neçarkirin ku ji Necefiya biçin Mûsilê, li gorî ofîsa mafên mirov.

Ew koçberkirinên neçar li gorî "siyaseta xuya ya DAIŞ in ku rê li ber sivîlan digrin ku birevin deverên di destê hêzên ewlekariya Iraqî de", wî got jî.

Êrîşên DAIŞ li Kerkûkê ji bo mijûlkirina ji Mûsilê ne

Herwiha roja Înê, çekdarên DAIŞ, ku hinek ji wan êlekên bombekirî li xwe kiribûn, êrîşî bajarê Kerkûkê yê nêzîk kirin, di hewleke xuya de ji bo mijûlkirina bi hezarên hêz û girûpên ku nêzîkî Mûsilê dibin, AFP ragihand.

Êrîşa, ku hevdem bû ligel hinekên din li bakur, 22 mirî li pey xwe hiştin.

Kerkûka, ku niha di bin kontrola hêzên Kurdî de ye, şyar bû u dît ku çekdarên DAIŞ di çend taxan de belav bûne.

Nûçegihanekî AFP girûpek ji zilaman dît ku tifing û bombeyên destî bi wan re bûn û "cilên bi stîla Afganî" li xwe kiribûn di kolaneke bajar re dimeşiyan.

Herî kêm pênc êrîşkarên xwekuj li armancên hikûmî yên bajar dan, di nav de baregehên polîs ên sereke, di êrîşeke organîzekirî de ku DAIŞ girte stûyê xwe, ku di nîvê şevê de destpê kir.

Dengê teqe û teqînan vê sibehê li seranserê bajar het bihîstin, xelkê got, û televizyoneke navxweyî dîmenên zindî yên şerê kolanan li çend taxan li ser ekranê xwe nîşan dan.

"Hêzên me yên ewlekariyê tiştê ku ji wan tê dikin ji bo jinavbirina van hemû şanên terorîst heta dawiya rojê," eqîd Erkan Hamed, ji polîsê parêzgehê, got.

Herwiha sibeha Înê, çekdarên ku êlekên bombekirî li xwe kiribûn êrîşî bingekehe elektirîkê kirin ku ji aliyê kompaniyeke Îranî ve hatiye avakirin li Dibis, ku bajarokekî li başûrê rojhilatê devera sereke ya operasyonên êrîşa Mûsilê ye, û tenê 40 kîlometran dûrî Kerkûkê ye.

"Sê êrîşkarên xwekuj êrîşî bingeha elektirîkê kirin dora saet 6ê sibehê, û 12 rêveber û endazyarên Iraqî û çar teknîkarên Îranî kuştin," qayimeqamê Dibis Ebdula Nûredîn Salihî got.

Muqedemekî polîs hejmara kuştiyên ji encama êrîşê piştrast kir, ku DAIŞ ew girte stûyê xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500