Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ sivîlên Menbic weke mertalên mirovî bikar tîne

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîre

Keçeke Sûrî li cem beroşên xwarinê ye di demekê de ku hevbendiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ber bi Menbica di bin destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de pêş dikevin di 23'yê Hezîrana 2016'an de. [Deilil Souleiman / AFP]

Keçeke Sûrî li cem beroşên xwarinê ye di demekê de ku hevbendiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ber bi Menbica di bin destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de pêş dikevin di 23'yê Hezîrana 2016'an de. [Deilil Souleiman / AFP]

Sivîlên li bajarê Menbic ê Sûriyê ji Diyaruna re dibêjin ku ew gelek dixwazin ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) birevin, ku wan weke mertalên mirovî bikar tîne di dema ku hêzên rizgarker ber bi bajêr ve pêş dikevin.

Operasyona derxistina DAIŞ ji bajarê li rojhilatê parêzgeha Helebê bo nêzîkî du mehan e berdewam e, ligel gurbûna şerê giran di dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Encumena Serbazî ya Menbic û Yekîneyên Parastina Gel ê Kurdî (YPG û YPJ) rûbirûyî grûpê dibin, bi piştgiriya balafirên hevpeymaniyê.

Xelk dibêjin ku ew di bin guvaşeke mezin de ne ji ber dorpêça DAIŞ a ku li ser wan hatiye ferzkirin û ji Diyaruna re gotin ku grûpê hemû deriyên bajêr bomberêj kirine û nîşangir bicih kirine ji bo teqekirin li her kesê ku hewl dide ber bi deverên di destê HSDê û hevpeymanên wê ve birevin.

"DAIŞê awayên herî hov ên tadayî û zordariyê li dijî xelkê Menbic pêk anîne ji dema despêka kampanyaya serbazî ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî û HSDê ji bo rizgarkirina bajêr û gundewarên wî," fermandarê tabûreke Encumena Serbazî ya Menbic Xesan Îbrahîm ji Diyaruna re got.

Ji dema despêkirina şer, [DAIŞ] hemû deriyên derketinê yên bajêr girtin da ku rê li xelkê bigre ku derkevin û ji xetera ku rastî wan tê di nav bajêr de birevin, wî got.

"Wê herwiha endamên xwe li hemû deverên niştecîbûnê belav kirin û mal û nexweşxane kirin baregeh û veşargeh ji endamên xwe re, piştî ku bingehên xwe bi temamî vala kirin," wî got jî.

Îbrahîm got ku xelk weke mertalên zindî tên bikaranîn, ev yek dihêle ku topbarankirin an jî êrîşkirin li ser cihên DAIŞê bêyî ku sivîl bikevin di xetera birîndarbûnê nemumkin e, ev jî rizgarkirina bajêr paş dixe û operasyonên serbazî hêdîtir dike.

Vê yekê HSD neçar kiriye ku pêşketina xwe hêdîtir bike da ku xwe ji zererkirina sivîlan dûr bixe, wî got.

"HSD bêtirî carekê hewl da ku rêkeftinan lidar bixe bi rêya lîderên êlan ên li bajêr, bi rêya ku rê ji endamên DAIŞê re bê dayîn daku xwe vekşînin beramberî vekirina rêyeke ewle ji bo derketina sivîlan ji bajêr," Îbrahîm got.

"Lê belê, ev hemû hewl biserneketin ji ber ku ji aliyê grûpê ve dihatin redkirin, a ku li cem wê baştir e ku sivîlan bihêle da ku dema şer dirêjtir bike," wî got.

DAIŞ xelkê ku direvin dike armanc

Ji bo rêgirtin li sivîlan ku derkevin, Îbrahîm got, DAIŞê bajêr dorpêç kiriye û hemû kolanên sereke û yên şaxî girtine ji bo tundkirina kontrola xwe li ser tevgerên xelkê, û her kesê ku hewl dide ji bajêr bireve dikuje.

Grûpê herwiha bi sedên bombeyên bidestçêkirî li zeviyên derdora bajêr û bi dirêjahiya rêyên revînê çandine, wî got jî, ku gelek xelkê bajêr kuştin an jî birîndar kirin dema ku hewl didan birevin.

"HSD her tişta ku dikare dike ji bo berdewamiya çavdêriya sivîlên reviyayî da ku ji selametiya wan piştrast be û wan veguheze deverên ewle ku tîmên bijîşkî yên Hevya Sor a Kurd alîkariyê dikin ji bo pêşkêşkirina guhdana bijîşkî," wî got.

Gelek xalên kombûnê hatine danîn, ku veguhestin ji gelek xalên kombûnê û kampan tê pêşkêşkirin, wî got jî, ku pêşkî ji nexweş, kesên bitemen, zarok û kesên ku bi rêya bombeyên bidestçêkirî û teqekirina nîşangiran birîndar bûne re ye.

Bi dehên sivîlên ku bi rêya fîşek, qetên topan an jî mayînan birîndar bibûn biserketin di gihiştin bo deverên ewle de bi alîkariya reviyayên din û şervanên HSD û şervanên Encumena Serbazî ya Menbic, wî got, anî ziman jî ku hin kes li çolê mane û gihiştin bo wan gelekî zehmet e.

"Yek ji bûyerên herî hestdar mirina dayikekê bû û rizgarbûna keça wê ya şîrmij bû," Îbrahîm got, anî ziman jî ku zaroka şîrmij ji aliyê jinekê ve hat rizgarkirin ku nêzîkî wan bû dema ku dayika wê hat kuştin.

Kesên ku hewl didin ji deverên bin kontrola DAIŞ li Menbic bo deverên bin kontrola HSD birevin divê mesafeyeke herî kêm 10 kîlometran qut bikin, xelkê Menbic Mistefa el-Hesen ji Diyaruna re got.

Piraniya revînan di şevê de pêk tên ji tirsa teqekirina nîşangirên DAIŞ di dema rojê de, wî got, anî ziman jî ku "grûpê nîşangir li seranserî bajêr bicih kirine ji dema destpêkirina operasyonên serbazî ve ji bo rêgirtin li xelkê ku birevin".

"Ez sê rojan ligel malbata xwe li benda dema guncaw ji bo revînê mam, û di şeva çarem de balafirên hevpeymaniya navdewletî êrîşî cihên DAIŞê kirin, ji ber vê yekê min sûd ji vê derfetê dît da ku ez ji deverê derkevim," wî got.

Malbatê çend caran di dema derbasbûnê de xwe veşart, wî got, û ji aliyê HSDê ve di nîva rê de hat birin û bo mesafeta din bi selametî hatin veguhestin.

Sivîl tên îstixlalkirin

Cotkar û xelkê Menbicê Osman el-Mistefa, ku bo gundekî li gundewarên Kobanî reviya, ji Diyaruna re got ku hevkarên DAIŞê vê rewşa niha îstixlal dikin da ku xelkê bi qaçaxî ji devera bin destê DAIŞê de derxin.

Ew li ser her kesî bacekî bi qasî $150 ferz dikin, wî got, anî ziman jî ku ev qas gelekî buha ye ji ber ku xelkê bajêr hejar in, ku piraniya wan piştê bi çandiniyê û sewalan girê didin weke çavkaniya sereke ya dahatê.

Ji ber ku hemû kar hatine rawestandin, wî got, kesên ku dixwazin bi rêya qaçaxçiyan birevin divê ferşên malên xwe, otombîl û traktoran bifroşin ji bo peydakirinê wê bacê.

Rewş di nav bajêr de "perişan e, ji ber ku xwarin û pêdiviyên bijîşkî hema bêje nemane û nirx heta astekî gelekî bilind zêde bûne", wî got, anî ziman jî ku nirxê nan ji 15 lîreyên Sûrî bo 400 lîreyan bilind bûye ($0.06 bo $1.86).

Guhdana bijîşkî bi piraniya xwe tenê ji endamên DAIŞê re ye, wî got, ji ber ku gelek ji wan di şerê dawî de birîndar bûne û li ser nexweşxane û klînîkên bajêr hatine belavkirin, ku di nav sivîlan de tên bicihkirin.

"Bi armanca terorkirina xelkê, DAIŞ kampanyayên girtina bikomî pêk tîne ku têde bi sedên xelkê herêmê digre," el-Mistefa got.

Çekdarên DAIŞê herwiha îdamkirin pêk anîn piştî ku hin xelkê hewl dan ku meş û xwepêşandanan lidar bixin ku daxwaza rêdana derketina wan ji bajêr û ku grûp "sivîlan dûrî deverên metirsiyê bihêlin" kirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500