Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî şerê rizgarkirina Mûsil asêgeha DAIŞ destpê kirin

Hêzên Iraqî dest bi êrîşekê roja Duşemê (17ê Cotmehê) kirin daku Mûsilê rizgar bikin û gurzeke kujêner li "xîlafeta" rêxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bajarê ku berî du salan xîlafet lê hatibû ragihandin.

Şeş gundên rojhilatê Mûsilê ji destê DAIŞ ji berbangê de hatin derxistin, li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Operasyonên hevbeş ên Iraqîve hat dayîn.

"Hêzên hevbeş ên Iraqî IbrahîmXelîl, Edlą, Kan Heramî, Ebas Receb û Cedîda ku li Gwêr dikevin rizgar kirine", daxuyaniyê got.

"Yekîneyên leşkerî ber bi gundê Bilawat pêşve diçin," fermandariyê anî ziman û diyar kir ku "yekîneyên leşkerî ên Endeziyarî niha rêya Gwêr-Mûsil ji bombeyên çandî û bermahiyên DAIŞ" paqijdikin.

Nêzî 30,000 hêzên federal serkêşiya êrîşê dikin, bi piştevaniya asmanî û piştgiriya zemînî yên hevpeymaniya navdewletî, ku tê çaverêkirin êrîşa li ser asêgeha serekî ya DAIŞ li Iraqê dirêj û dijwar be.

Mirov dikare Hêzên Iraqî bi çek û teqemeniyan ku wek stûnên otombêlên zirxî ber bi Mûsilê ve ji bajarê Şûra, ku nêzî 45 kîlomitran li başûrê bajêr bibîne.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî destpêka êrîşê bi axaftina xwe ya tilvizyonî di saetên zû ên roja Dûşemê ragihand.

"Îro ez destpêka van operasyonên serkeftî radighînim, daku we ji tundutijî û terora DAIŞ rizgar bike,"el-Ebadî got:

Bi destpêkirina êrîşê re, hejmarek ji welatiyên Mûsilê sê asêgehên DAIŞ di bajêr de şewitandin, Encûmena parêzgehê Nînewa got.

"Herwiha ciwanan çekên ku li van cihan hebûn şewitandin," Endamê Encûmenê Mihemed El-Hemedanî ji Diyaruna re got.

" Beşekî mezin ji agahiyên Istîxbaratê ji niştecîhan hatibûn wergirtin, bi destpêka operasyonan re," wî got, û dewam kir "Em pir geşbîn in ku dê Musil vegere destê Iraqiyan."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500