Nûçeyên Iraqê

Serok Wezîrê Iraqê: Hêzên Iraqî "xurtir ji weke dihat çaverêkirin" ber bi Mûsilê ve diçin

Hêzên Iraqî Hêzên Iraqî "xurtir ji weke dihat çaverêkirin" bi pêş dikevin di êrîşeke mezin de ji bo rizgarkirina Mûsilê ji endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Heyder el-Ebadî serokwezîrê Iraqê roja Pêncşemê (20 Cotmehê) got, li gorî AFP.

"Em xurtir ji weke dihat çaverêkirin û pilankirin," pêşvediçin el-Ebadî got, çaxê bi vîdyo tevlî tekonfiranseke navdewletî ku ji aliyê Firensa û Iraqê li dor paşeroja Mûsilê hatibû lidarxistin, piştî destpêka êrîşê di vê hefteyê de.

Di şerên pêncşemê de, roja çaremîn a operasyona rizgarkirina Nînewa, hêzên Iraqî parçen ji navçeya Başîqa , û gundên Rawan, Sîdawa, mekûk, Xebata, Menawîr, Salihiya, Xalidiya û Xuneysat ku li derdora bajarê Mûsilê ne hatin rizgarkirin, Wezareta Berevaniyê got.

"Hêzên me serkeftineke din bi armanckirina komkên DAIŞ û kuştina bi dehan ji endamên komê li eniya bakurê Xazir bidestxistin." berdevkê wezaretaê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Em aniha li ser berdewamkirina heman lezgîniya pêşveçûna hêzên me dixebitin û em dixwazin sûdê ji binkeftina DAIŞ bibînin," wî got.

Ceneralekî Amerîkî roja Çarşemê got ku serkêşên DAIŞ ji Mûsilê direvin, AFP ragihand.

Lîwa Volesky, yê ku fermmandariya hêzên bejayî yê hevpeymaniyê dike ji bo têkbirina DAIŞ, pêşbînî kir ku çekdarên bîyanî di dawî de hêzeke mezin ya cîhadiyên di bajêr de mayî pêkbînin, ji ber ku cihekî din ku ew biçinê tune ye.

"Em ji DAIŞ re dibêjin, ku serkêşên wê dev ji wê berdidin. Me tevgereke derketina ji Musilê dîtiye," wî ji peyaminêran re di kurte vîdiyokê de li Bexdayê got.

Wî da zanîn ku Iraqî dê çavdêrî her kesekî ji Mûsilê derkeve bikin, û hewldanên çekdarên bîyanî yên derketina di kerwanên reva bi komî ya pêşbînkirî ya awareyan dê bi binkevin.

"Zehmet e ji wan re xwe di nav xelkê herêmê de veşêrin ji ber hejmara mezin a cureyên cuda yên çekdarên bîyanî yên ku li wir in," Volesky got.

"Em pêşbînî dikin ku çekdarên ku bimînin û şer bikin dê hebin, ji ber bi rastî cihek din tune ye ku ew biçine wir," wî dewam kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500