Nûçeyên Iraqê

Berpirs: Iraq Rutba bi temamî ji DAIŞ vedigerîne

Hêzên ewekariya Iraqî roja Sêşemê (25ê Cotmehê) bajarokekî li rojavayê parêzgeha Enbarê ku çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berî du rojan êrîşî wî kiribûn bi temamî vegeandin, AFP ragihand.

Weke hewlekê ji bo dûrxistina baldariyê ji operasyona vegerandina bajarê Mûsilê, DAIŞ êrîşî bajarokê Rutba yê li rojavayê welat û bajarê Kerkûkê yê li bakurê welat kir di van rojên dawî de.

"Hêzên me bi temamî bajarokê Rutba paqij kirin," femandarê operasyonên serbazî yên Enbar Lîwa Îsmaîl Mehelawî ji Diyaruna re got.

"Tişt vedigerin rewşa normal," wî got, û tekez kir ku êdî hebûna endamên DAIŞ li Rutba û gundewarên wê nemaye.

Çekdarên DAIŞ roja Yekşemê êrîşî Rutba kirin, û ji nişka ve dest danîn ser ofîsa qayimeqam berî ku hêzên ewlekariyê wan vegerînin paş lê hîn du taxan kontrol dikin.

Wan pênc Iraqî, ku endarmên hêzên ewlekariyê di nav wan de hebûn, roja Duşemê li bajarok kuştin, efserên artêşê gotin.

Roja Înê, bi dehên çekdarên grûpê êrîşek li ser bajarê Kerkûkê yê di bin kontrola Kurdan de pêk anîn , herî kêm 46 kes kuştin, piraniya wan endamên hêzên ewlekariyê bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500