Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Zarokên xwekuj qelsiya DAIŞ nîşan didin

Xalid Ta'î

Polîsên Iraqî zarokekî ku hewla pêkanîna teqînekê li taxa Tisîn li Kerkûkê dida girtin. [Wêne ji aliyê Tora Medyayî ya Iraqî ve]

Polîsên Iraqî zarokekî ku hewla pêkanîna teqînekê li taxa Tisîn li Kerkûkê dida girtin. [Wêne ji aliyê Tora Medyayî ya Iraqî ve]

Di hewla xwe ya dawî de ya ji bo qerebûkirina binketinên xwe yên ku rûyên wan li hilkişanê ye li ser destê hêzên Iraqî, "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) zarokan di pêkanîna êrîşên xwekujî de bikar tîne, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Vê dawiyê polîsê Iraqî du êrîşên xwekuj ên mumkin bi rêya zarokan pûç kirin ku ji bo xweteqandina di nav tîmên ewlekariyê û sivîlan de li bajarê Kerkûkê hatibûn şandin.

Agahiyên pêşwext li ba polîs hebûn ku niyaza DAIŞ a lêdana Kerkûkê bi du xwekujan hebû, serokê polîsê Kerkûkê Emîd Xetab Omer Arif ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku wan rêkarên pêwist ji bo têkbirina pilana girûpê standine.

"Me rewşa amadebaşiya herî bilind ragihand, hêzên me karîn roja 21ê Tebaxê teqe li yek ji xwekujan bikin û wî biteqînin beriya ku ew bikaribe bigihe Huseyniya Jaefer Sadiq li taxa Wasitî li başûrê Kerkûkê," wî got.

Êrîşkarê xwekuj zarok bû, wî got.

"Piştî hewldanê, hêzên me di heman rojê de karîn êrîşa xwekuj a duym jî, ya bi rêya zarokekî 15 salî, li nêzî navenda ciwanan a kevin li taxa Tisîn li navenda Kerkûkê pûç bikin," wî got.

Endamên DAIŞ destpêkê bi bombeyeke bidestçêkirî êrîş kirin, wî got, da zanîn jî ku di dema vê qerebalixê de, xwekuj xwest derbasî nav tîmên ewlekariyê û tîmên ambûlansan bibe, daku xwe biteqîne û bibe sedema qurbaniyên bêtir.

"Lê belê, polîsan ew nas kir û karîn wî bigrin û kembera wî ya teqemeniyê bêbandor bikin," wî got.

"Em lêpirsînên bênavber ligel wî zarokî dikin daku bizanin çawa ew hatiye tejnîdkirin û kî alîkariya wî kiriye û ew vehewandiye," Arif got.

Dîrokek ji tadayiya li zarokan

Komên tundrew mîna DAIŞ berî niha zarok di encamdana operasyonên xwekujî de bikar tanîn piştî şiştina mejiyê wan bi îdolojiya tundrew, Arif got.

"Pişt windahiyên giran, DAIŞ hewl dide vegere vê metodê, daku bêrîbûna zarokan bikar bîne, û mejî û hestên wan bide xebitandin daku armancên xwe yên terorî bibe serî û binektin û qelsiya xwe veşêre," wî got.

"Em dê kar li ser pêşxistina pilanên xwe yên ewlekarî bikin daku bersiva her hewleke terorî ya ji vî corî bidin," Arif got. "Em dê rê nedin DAIŞ komkujiyên betir bike, û em dê ji wan hişyar bin."

"DAIŞ rojên xwe yên herî xerab jiyan dike," berpirsê ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seyîd Memûzînî got. "Bikaranîna wan ji zarokan re di êrîşên xwekujî de karta wan a dawî ye û ew nîşaneke zelal a paşketin, bêhêvî û nekarîna wan a şerkirinê ye."

Piştî ku DAIŞ dest danî ser Mûsilê berî du salan, girûpê tiştê ku jêre dibêjin, artêşa "Şiblên Xîlafetê" ava kir, ew ji dora 2,000 zarokên jêr temenê 15 salan pêk tê, Memûzînî got.

"Zarokên, ku DAIŞ bi darêzorê ji malbatên wan standine, tevlî rahênanên tundûtûj ên şerê bidest û bikaranîna çekan li kampên tejnîdkariyê li Mûsilê hatine kirin," wî got.

Li van kampên rahênanê, DAIŞ kar li ser mejîşiştina ciwanan kiriye û ew ji bo encamdana êrîşan, di nav de êrîşên xwekujî, amade kirine, wî got jî.

Divê zarok bên parastin

Hewlên xwekujî yên binketî li Kerkûkê "niyazên terorîstan ên xweamadekirin ji qonaxa piştî şikestina wan a hetmî li Mûsilê re diyar dike" ew jî bi rêya dubare bikaranîna zarokên xwekuj di pêkanîna êrîşan de, Memûzînî got.

Divê hemû rêkarên ewlekarî bên standin ji bo rêgirtin li qewimîna vê yekê, wî got jî.

Komisyona Bilind a Iraqî ya Serbixwe bo Mafên Mirov bi tundî hewlên DAIŞ ên bikaranîna zarokan weke çekên qetilkirinê şermezar dike, endamê komisyonê Fedil Xerawî ji Diyaruna re got.

"Piştî gurzên azardar ên ku vê dawiyê terorîst rastî hatin, ew vegeriyan bijareya pêkanîna tawanên xwe bi rêya bikaranîna zarokan di êrîşên xwekujî de daku nîşan bidin hîna ew hêzdar in û dikarin li hember binketinan liberxwe bidin," wî got.

Komisyonê tavehiya tektîkên terorî yên DAIŞ şermezar kirin û banga standina hemû tedbîran bo nehiştina girûpên tundrew bilezûbez û rêgirtin li ber bikaranîn û tejnîdkirina wan a ji zarokan re kir, Xerawî got.

"Zaroktî li Iraqê li ser destê DAIŞ rastî binpêkirinên herî xerab hatiye," wî got. "Girîng e em kar bikin daku hemû bandorên ku terorîstan li ser hizr û reftarên zarokên me hiştiye reş bikin daku ew bi awayekî tendurist mezin bibin û bibin endamên aktîv di civakê de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500