Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bikaranîna DAIŞ ji kurên Êzîdî re ji bo êrîşên xwekujî li Mûsilê hêrsê li pey xwe tîne

Xalid Taî

Girteyek ji vîdyoyeke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ku 14ê Sibatê li ser înternetê hat belavkirin du birayên Êzîdî nêşan dide berî ku teqînên xwekujî bi otombîlê li dijî hêzên Iraqî li Mûsilê pêk bînin. [File]

Girteyek ji vîdyoyeke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ku 14ê Sibatê li ser înternetê hat belavkirin du birayên Êzîdî nêşan dide berî ku teqînên xwekujî bi otombîlê li dijî hêzên Iraqî li Mûsilê pêk bînin. [File]

Vîdyoyeke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" -- ku du birayên xort ên Êzîdî ku ji Şingalê hatin revandin nîşan dide dema ku êrîşên xwekujî li dijî hêzên Iraqî li Mûsilê pêk tînin -- şokbûn û hêrs li pey xwe anîn.

Vîdyoya, ku 14ê Sibatê li ser înternetê hat belavkirin, du kurên ji gundê Tel Qesab li Şingalê, ku tê texmînkirin temenên wan navbera 11 û 12 salan in, nîşan dide, ku weke weke Emced "Ebû Yûsif Sincarî" û Esed "Ebû Xetab".

DAIŞ êrîşî deverên Êzîdiyan li Şingalê kir , li bakurê rojavayê Mûsilê, di Tebaxa 2014an de, zilam komkuj kirin û bi hezarên jin û zarok revandin, hevdem bi dehên hezaran neçar bûn ku ji malên xwe birevin.

Ev cara yekem e ku DAIŞ radigihîne ku ew zarokên Êzîdî bikar tîne ji bo pêkanîna êrîşên xwekujî li şûna wê.

Di vîdyoyê de, xort dibêjin ku ew tevlî kampeke DAIŞ li Sûriyê bûn û "dersên olî" wergirtin, berî ku navên wan "di lîsteya êrîşkarên xwekuj de were tomarkirin".

Piştî hinek dîmenên asmanî ve, vîdyo wê çirkeyê nîşan dide ku herdu bira derbasî otombîleke barkirî bi teqemeniyan ên cuda dibin û çirkeya ku êrîşên xwe pêk anîn.

"Nîşaneke metirsîdar"

Çekdarkirin û mejîşiştina wan herdu kuran ji aliyê DAIŞ ve "nîşaneke metirsîdar" e ku gerek herkes "hemû trêkarên pêwîst bistîne ji bo rêgirtin li rûdana hertiştekî xerab", Parlementerê Iraqî yê parêzgeha Nînewa Hecî Kendûr Şêx got.

"Amadebûna ji mirinê re [...] ji aliyê herdu birayan ve berî pêkanîna êrîşa xwekujî mejîşiştina giran a ku rastî wê hatin û asta bandora wê li ser wan nîşan dide," Şêx, ê ku Êzîdî ye, ji Diyaruna re got.

"Herdu bira zarokên Êzîdî bûn ku ji aliyê DAIŞ ve hatin revandin piştî ku êrîşî Şingalê kir û xuya ye ku rastî dersdayîn û rahênana cesteyî ya tund di şer û êrîşên xwekuj de hatin," wî got.

"Me bi berdewamî hişyarî dida ku ev zarokên revandî, ku hejmara wan bi sedan tê texmînkirin, dikarin bibin bombeyên wextî," wî got. "Em ditirsin ku hejmareke bêtir ji wan werin bikaranîn ji bo pêkanîna operasyonên terorîst ên wisa."

Şêx bang li hikûmet û civaka navdewletî kir ku rêkarên bilez bistînin ji bo dîtin û rizgarkirina zarokan ji destê DAIŞ.

Destpêkê dihat texmînkirin ku jin û zarokên Êzîdî yên revandî li rojhilatê Mûsilê bin, wî got.

Li gorî agahdarkarên ji deverê, wî got jî, DAIŞ gelek ji wan veguhestin aliyê rojavayê bajar piştî çend rojan ji destpêkirina operasyonê ji aliyê hêzên Iraqî ve ji bo rizgarkirina taxên rojhilatê Mûsilê di Cotmehê de.

DAIŞ biniyat e ku esîran veguhezin devera sînorî ya Baac, û ji wir bo bajarê Reqa yê Sûriyê, Şêx got.

"Divê hêz çavdêriya hemû rêyên xwelî bikin ji bo rêgirtin li wan ku wan bi qaçaxî derxin," wî daxwaz kir.

Pêwîstiya bilez bi azadkirina Êzîdiyên revandî

Rojnamevan û çalakvanê Êzîdî Xidir Dumelî hêrs û acizbûna xwe ji bikaranîna herdu birayan ji aliyê DAIŞ ve weke êrîşkarên xwekuj nîşan da.

"Min texmîn dikir ku rojekê ev yek çêbibe," wî ji Diyaruna re got. "Ew tenê meseleya wext bû."

"Li gorî datayên fermî di tomaran de, DAIŞ 6,314 zarok û jinên Êzîdî revandine, ku 1,510 ji wan zarokên mêr û jin in û 2,040 jin hatine rizgarkirin," wî got.

"Lê belê, yên mayî, hîn di destê DAIŞ de ne û agahiyên me nîşan didin ku terorîstan navbera 600 û 700 zarokên ku temenên wan navbera 5 û 17 salan in çekdar kirine," wî got.

Piştî revandina zarokan, grûpê "ew xistin di kampên rahênanê yên taybet de li Mûsilê û Sûriyê ligel zarokên ji nasname û etnîkên [din], ew fêrî îdyolojiya tundrew kirin, û ew neçar kirin ku fermanên wê bicih bikin û rastî rahênana cesteyî ya gelekî tund hatin", Dumelî got.

Ji ber ku DAIŞ bi berdewamî cihên ku li wan zarok û jinên revandî dihêle diguhere, wî got jî, rizgarkirina wan zehmet e.

"Berî ku şer li Mûsilê destpê bike, me agahiyên piştrastkirî hebûn ku çekdar bêtirî 200 jin û zarok li aliyê rojhilat girtine," wî got. "Lê piştî ku rizgarkirina taxên li wî alî bidawî hat, tenê 11 jinên Êzîdî yên revandî hatin dîtin."

El-Dumelî daxwaz ji hêzên rizgaker kir ku "hemû hewlên xwe bidin ku wan ji istixlalkirina ji aliyê terorîstan ve rizgar bikin ".

Xeyrî Bozanî, rêveberê giştî yê karûbarên Êzîdî di Wezareta Weqa û Karûbarên Olî de, got ku ew şok bû dema ku temaşeyî vîdyoyê kir û ditirse ku zarokên Êzîdî yên din dibe ku ji bo pêkanîna êrîşan werin bikaranîn.

Dibe ku DAIŞ biserketibe di mejîşiştina hinek ji van zarokan de, wî ji Diyaruna re got, lê belê dibe ku grûp hinekên din neçar bike ku "bibin çekdar an êrîşkar".

"Ji ber vê yekê ez bi rastî bitirs im," wî got.

Bûzanî hêvî kir ku kêmbûn û qelsbûna kontrola DAIŞ li Mûsilê li ser hêzên ewlekarî asantir bike ku zarokan bibînin û rizgar bikin.

"Ez hêvî dikim ku derfetek ji bo rizgarkirina wan hebe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500