Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Iraqî pesnê qehremaniya polîsekî kuştî didin

Xalid Taî

Wezîrê karûbarên hundir yê Iraqî Qasim Eracî hevxemiya xwe nîşanî Ebdulhusên Cenabî, bavê polîsê kuştî Alaa dide, yê ku di 26ê Hezîranê de hat kuştin dema ku rê li xwekujekî digirt ku mizgefteke qerebalix li parêzgeha Babilê bike armanc. [Wêne ji Qasim Eracî hatiye wergirtin]

Wezîrê karûbarên hundir yê Iraqî Qasim Eracî hevxemiya xwe nîşanî Ebdulhusên Cenabî, bavê polîsê kuştî Alaa dide, yê ku di 26ê Hezîranê de hat kuştin dema ku rê li xwekujekî digirt ku mizgefteke qerebalix li parêzgeha Babilê bike armanc. [Wêne ji Qasim Eracî hatiye wergirtin]

Deh rojan piştî ku wan kurê xwe kire qurbanî ji bo sekinandina xwekujekî ku xwe li mizgefteke qerebalix li parêzgeha Babil biteqîne, hevxemî ji dêbavên serbazê Iraqî Alaa Cenabî re tê nîşandan bi rêya pêleke berdewam a piştgiriyê ji heval, cîran û berpirsên Iraqî ve.

Alaa, polîsekî Iraqî ye û bavê çar zarokan e, jiyana bi dehên kesan di 26ê Hezîranê de parast dema ku rê li xwekujekî di erebeyeke otomatîk de girt ku hewl dida ku derbasî mizgeftekê li navçeya Museyib li Babiêl.

Mizgeft bi dehên nimêjkerên ku nimêjên Cejna Remezanê dikirin mişt bû.

Efser xwekuj hembêz kir daku rê lê bigre ku derbasî mizgeftê bibe, lê ne berî ku terorîst kemera xwe ya bombekirî biteqîne û xwe û efser bikuje.

"Kurê min li ser karê xwe bû li xaleke kontrolê nêzîkî mizgefta Museyib dema ku wî êrîşkar rawestand," Ebdulhusên Ebas Hesen Cenabî, bavê qurbanî, ji Diyaruna re got.

Tawankar li erebeyeke ku kesekî din diajot siwar bû û kemereke bombekirî li dora newqa xwe veşartibû dema ku hewl da ku di xala kontrolê re derbas bibe, Cenabî got.

"Dema ku kurê min hest pê kir ku tiştekî şaş bi wî kesî re heye, wî bilez kir daku wî bisekinîne," wî got, lê wî xwekujî yekser xwe teqand.

Alaa, xwekuj û şofêr di êrîşê de hatin kuştin, û polîsekî din birîndar bû.

"Bi xêra hişyarî û mêrxasiya kurê min, trajediyeke bizdêner hat dûrxistin ku dibe bi dehên nimêker kuştibaya," Cenabî got.

Qehremanî di rûyê tayifegeriyê de

Armanca xwekuj ew bû ku êrîşeke mezin di cejnê de pêk bîne dema ku xelk rêuresmên olî birêve dibin ji bo armancgirtina yekîtiya Iraqiyan û çandina tayifegeriyê navbera wan de, Cenabî got.

"Tiştê ku kurê min kir badgeke şanaziyê ji malbat, êla wî û ji hemû Iraqiyan re bû," wî got.

"Em bi qurbanîdana wî serbilind in, ku nimûneyeke din a asta mêrxasiya hêzên me yên ewlekarî û amadebûna wan ji bo xwequrbanîdanê ji bo berevaniyê li xelkê xwe ye," wî got.

Cenabî got ku ew dê tiştê jê were bike "ji bo xwedîkirina neviyên xwe û mezinkirina wan li ser hezkirina welat û xelkê xwe".

Wî sipasdariya xwe ji nîşandana piştgiriyê re ya ku êşa malbata wî di vî demî de sivik kir derbirî: "Min gelek pêwendî ji berpirsên dewletê, efseran, nasan û hevalan wergirtin."

Hikûmeta Iraqî herwiha mûçeyekî xanenişînê û piştgiriyeke darayî ji malbata wî re terxan kir, Cenabî got.

Çavkaniya şanaziyê

Xalida Cadû, dayika qurbanî, ji Diyaruna re got ku kurê wê bûye "semboleke niştîmanî" û ku "xwîna wî canên bêsûc rizgar kirin û rê li bobelatên malbatine din girt".

"Kurê min ji ber welatê xwe mir û ne cuda ye ji qehremanên din ên ku li meydanên şer dimrin daku me ji terorîstan biparêzin daku aştî û seqamgêrî li welatê me pêk werin," wê bi dengekî normal got.

"Kurê min çavkaniyeke şanaziyê bû di dema jiyana xwe de û ev yek piştî şehîdbûna wî jî didome," Cadû got.

"Ev karê qehreman nimûneyeke din e ya mêrxasiya şervanên me û amadebûna wan ku xwe bikin qurbanî ji bo parastina welatiyên din," Parlementerê Iraqî Macid Xerawî, ku di komîteya ewlekarî û berevaniyê de ye, got.

Ev asta herî bilind a "comerdî û dîgerxemî ye", wê ji Diyaruna re got.

Qurbanîdana Alaa "nameyeke zelal ji terorîstan re dişîne ku Iraqî ji hemû pêkhateyan yekgirtî ne tevî hemû hewlên şikandina yekîtiya niştîmanî û qurkirina nakokiyên tayifî", Xerawî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500