Nûçeyên Iraqê
Topic/IraqToday/sectionlead

Rizgarkirina el-Xalidiye qonaxeke nû di şer de vedike

Xalid el-Taî

Serbazên hêza asmanî ya Iraqî wesayîtekê ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li biyabana Enbarê hiştibû teftîş dikin. [Wêne ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye wergirtin]

Serbazên hêza asmanî ya Iraqî wesayîtekê ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li biyabana Enbarê hiştibû teftîş dikin. [Wêne ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş hatiye wergirtin]

Binketinên vê dawiyê yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Girava el-Xalidiye li şerê dijî DAIŞê xaleke girîng nîşan dide, bi sedema nemana asêgehên grûpê li rojhilatê Enbarê, berpirsên Iraqî gotin.

"Ev serkefitineke cuda ye ji bo hêzên me ji ber me karî DAIŞ bişkînin di asêgehên wê yên herî girîng û dawî li rojhilatê Enbarê," Fermandarê Operasyonên Enbarê Lîwa Îsmaîl Mehlawî got.

"Ev serkeftin dê rêyên piştgiryê yên nû ji bo yekîneyên artêşa me veke ji bo bidestxistina serkeftineke dawî li ser terorê," wî ji Diyaruna re got.

"Şerê ji bo vegerandina giravê 30ê Tîrmehê despê kir ji aliyên cûda ve bi beşdarbûna hêzên artêşê bi nûneratiya lîwayên [8ê, 10ê û 14ê] yên artêşê, polîsên federal, hêzên hawarçûna Enbar û hêzên êlî," wî got.

Piştgiriya asmanî ji aliyê hêza asmanî ya Iraqî û hevpeymaniyê hat pêşkêşkirin, wî got jî.

"Êrîş jinîşkave û lezgîn bû," wî got. "Di demjimêrên yekem ên şer de, me zirarên canî yên gelek mezin bi dijmin gihandin."

Di sê rojên şer de, wî got, hêzên Iraqî el-Xalidiye û deverên li dora wê bi temamî kontrol kirin, di nav wan de Elbûubeyid, Elbûbali, Elmelahime û Elkertan.

Çavkaniyên serbazî nîşan didin ku di navbera 120 heta 180 çekdarên DAIŞ di şer de hatine kuştin.

"Hêzên me niha li ser paqijkirina cihên rizgarkirî ji sedên mîn û bombeyên bidestçêkirî yên ku ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatine çandin ji bo rêgiritin li pêşveçûna me, kar dikin," wî got.

Cîgirê Wezîrê Hundir Eqîl el-Xezalî got ku planeke 90-rojî wê nêzîk bê danîn ji bo nûavakirina deverê daku malbatên aware bikaribin vegerin.

Girava el-Xalidiye xwediya giringiyeke mezin ji DAIŞ re ye ji ber ku wê deverê ji bo bicihkirina çekdarên xwe yên ku ji Fellûce, Remadî û cihên din ên rizgarkirî reviyane bikar tîne, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê Racih Berekat el-Eyfan got.

"Rizgarkirina Girava el-Xalidiye dê karîna mayî ya DAIŞ ji bo pêkanîna êrîşan an jî çêkirina tirsê li parêzgeha Enbarê bidawî bike," wî got.

Vegerandina wê deverê dê rêya navdewletî ya sereke ku Bexdayê bi Remadî ve bi rêya Fellûce girê dide veke, ku ev zêdetir ji du salan e hatinye girtin, wî zêde kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500