Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî zêdetir ji 30 çekdarên DAIŞ di pevçûna Cezîret el-Xalidiye de dikujin

Hêzên Iraqî zêdetir ji 30 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di pevçûnên li rojhilatê Remadî kuştin, fermandariya polîsê Enbarê roja Sêşemê (26'ê Tîrmehê) got.

"Pevçûnên dijwar li Cezîret el-Xalidiya, 20 kilometran dikeve rojhilatê Remadî de, roja Duşemê di navbera hêzên Iraqî yên hevbeş, bi serpirştyariya balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî, û çekdarên DAIŞ qewimîn û heta sibeha roja Sêşemê dewam kirin ku di encamê de zêdetir ji 30 terorîstên DAIŞ hatin kuştin û şeş ji wesayitên wan û du mûşek hatin rûxandin ," birêveberê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

"Operasyon dê dewam bike heta dema ku Cezîret el-Xalidiye ji DAIŞ rizgar bibe weke hemu bajarên din ên parêzgehê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500