Nûçeyên Iraqê

Hêzên hevpeymaniyê li Enbarê di şerê li dijî DAIŞ de pêşdikevin

Hêzên Iraqî, bi piştgiriya balefirên hevpeymaniyê, 21 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin û çend asêgehên girûpê li parêzgiha Enbarê wêran kirin, berpirsek ji Wezareta Berevaniyê roja Dûşemê (27ê Hezîranê) got.

"Artêş, polîs, û hêzên êlan sibeha roja Duşemê êrîşeke berfireh li Cezîret el-Xalidiya, rojhilatê Remadî, destpê kirin daku ji çekdarên ji DAIŞ paqij bikin," berdevkê wezaretê Emîd Yeheya Resûl ji El-Şurfa re got.

Di operasiyonya ku hîn didomê de 21 çekdarên DAIŞ hatin kuştin, 13 ji wan di êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê de, wî got, anî ziman jî ku sê ji asêgehên DAIŞ jî hatin wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500