Balafirên hevpeymaniyê du cihên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li navenda Mûsilê wêran kirin, Fermandariya Operasyonên Neynewa roja Pêncşemê (21'ê Temûzê) got.
"Balafirên hevpeymaniya Navdewletî du kargehên vala yên DAIŞ ku wê ew weke workşopeke bo barkirina otombîlan bi bombeyan û çêkirina teqemeniyan û ji bo pêşkêşkirina stargehê ji endamên koma xwe re bikar tanî," Fermandarê operasyonan Necimdîn Karîm el-Jiburî ji Diyaruna re got.
Ew herdu êrîşên asmanî bi hevahengî ligel hêzên Iraqî hatibên rêxistinkirin, wî got, di operasyonê de "herî kêm 30 terorîst hatin kuştin û birîndarkirin."