Nûçeyên Iraqê

Hêzên asmanîî yên Iraqî cihên DAIŞ li girava el-Xalidiyê wêrankirin

Balafirên Iraqî çend cihên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li girava el-Xalidiyê, 20 kîlomitir li rojhilatê Remadî ye, wêrankirin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Pêncşemê (28'ê Tîrmehê) got.

Li gor agahiyên îstîxbaratî, balafirên Iraqî "Du kargehên bo amedekirina otombîlên bombekirî û çêkirina bombeyên bidestçêkirî wêrankirin," wezaretê di daxuyaniyekê de ku gihiştiye dest Diyaruna got.

Êrîşên, ku di 48 saetên dawî de qewimîn, bi dehan endamên DAIŞ kuştin, gelek kesên din jî birîndar bûn, û agir bi du otombîlên bombekirî ket ku ew herdu li yek kargehê bûn, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500