Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî, hevpeymanî êrîşî DAIŞ li Nînewa dikin

Hêzên Iraqî roja Çarşemê (8ê Hezîranê) êrîşeke mezin a "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li nêzîkî Mûsilê pûç kirin, fermandarê operasiyonên Nînewa Necmedîn Kerîm el-Cibûrî got.

"DAIŞ dest bi êrîşekê, bi navê"Êrîşa Remezanê", li ser lîwaya 79'ê ya artêşa Iraqî nêzîkî Mûsilê kir bi rêya bi dehên çekdaran, di nav wan de êrîşkerên xwekuj, û gelek otعmbîlên ku tije teqemenî bûn," el-Cibûrî di daxuyaniyekê de got.

"Artêş li hember êrîşê sekinî, û bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniyê, du otumbîlên bombekirî û sisêyên din ku tifingên giran li ser wan hebûn rûxandin," wî got.

Bi dehên teroristên DAIŞ hatin kuştin di operasyonê de, wî got, anî ziman jî ku "êrîş di nîv saetê de hat şikandin".

Hevdem, balafirên şer ên hevpeymaniyê pênc cihên DAIŞ li Mûsilê di êrîşên asmanî de wêran kirin şeva Pêncşemê û Çarşemê, Wezareta Hundir got.

"Balafirên şer ên hevpeymaniyê asêgehên DAIŞ li deverên Sumar, el-Erebî, el-Zuhûr û Dana Dan kirin armanc," berdevkê wezaretê Emîd Saed Maen ji Mewtinî re got.

"Bêtirî 20 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û armanc bi temamî hatin wêrankirin di êrîşê de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500