Nûçeyên Iraqê

Êrîşa asmanî ofîsa Hesba ya DAIŞ li Nînewe dike armanc

Êrîşeke hêzên hevpeymaniyê roja Çarşemê (28ê Îlonê) êrîşî ofîsa Hesba (polîsên olî) ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li başûrê bajarê Mûsilê kir û endamekî xuya yê girûpê hat kuştin, li gorî Fermandariya Operasyonên Nînewe.

"Balafirên şer ên hevpeymaniyê îro êrîşî cihên DAIŞ li başûrê Mûsilê kirin, ku yek ji wan cihan ofîsa ku bi Hesba tê binavkirin ya li Hod bû," Fermandarê Operasyonên Nînewe Necimedîn Kerîm el-Cibûrî ji Diyaruna re got.

Elî Ezîz Mihemed el-Sebawî, yê ku bi Ebû Tehrîr jî tê naskirin, birêveberê ofîsa Hesba ya deverên Geyara û Şora li başûrê Nînewe , û sê ji alîkarên wî di êrîşê de hat kuştin, navborî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500