Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên li ser Mûsilê armanca ofîsa Hesbaya DAIŞ dikin u 8 kesan dikujin

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê dawiya roja Pêncşemê (13ê Cotmehê) êrîşî ofîsa Hesba (polîsên olî) yên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li taxa Wihda li Mûsilê kirin û heşt çekdarên girûpê kuştin, berpirsekî artêşa Iraqê roja Înê got.

"Armanc bi rêya êrîşê bi temamî hat wêrankirin," emîd Saed el-Hemedanî, fermandarê Lîwaya 4ê ya artêşê ku nêzî Mûsil ew bicihkiriye, ji Diyaruna re got.

Wî bal jî kişand ku peywdiyên berdwam yên artêşê ligel niştecihên Mûsilê hene ji bo wergirtina agahiyan derbarê lebatên DAIŞ û rewşa giştî pêşya destpêkirina şerê ji bo vegerandina bajar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500