Nûçeyên Iraqê

Nêzîkî 50,000 malbat di Temûzê de vegeriyane Enbarê

Zêdetirî 47,000 malbatên aware vê mehê vegeriyane Enbarê, Wezareta Iraqî ya Koç û Koçberan roja Înê (22'ê Temûzê) got.

"Operasyonên ji bo vegera malbatan ji bo warên wan yên rizgarbûyî berdewam in û li gel hewldanên vegerandina xizmetguzariyan bi pêş dikeve," birêveberê wezaretê ji bo karê mirovî û hewarçûnê, Dr. Ehmed Seîd ji Diyaruna re got.

"Hevahengiya di navbera wezaretê, Hêzên ewlekariyê û fermangehên xizmetguzariyên cuda de alîkariya vegera 47,567 malbatan ji bo warên wan li bajarên rizgarkirî yên Enbar kiribû, di nav wan de Remadî, el-Xalidiye, Rutba, el-Karma û Hît, cihê ku hêzên ewlekariyê tê de yasa û pergalê didamezrînin," wî got.

Birêverber got ku wî hêvî dikir ku veger dê zûtir be di du mehên bê de,û dema ku malbat vegerin warên xwe wîzaret dê alîkariyên bingehîn bide wan "nemaze xwarina cûr bi cûr û alîkariya tenduristî, ji bo ku bikaribin karûbarên xwe birêve bibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500