Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bandora DAIŞê li Iraqê di daketineke berdewam de ye

Xalid el-Taî

Topxaneya Iraqî êrîşan li dijî asêgehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li el-Dûlab li Enbarê pêk tînin. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Iraqî ve]

Topxaneya Iraqî êrîşan li dijî asêgehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li el-Dûlab li Enbarê pêk tînin. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Iraqî ve]

Berpirsên Iraqî û şiroveger dibêjin ku bandora "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gelekî kêm dibe û hêzên Iraqî bi piştgiriya hevpeymaniyê di pêkanîna gurzên li dijî jêderên aborî yên grûpê de berdewam in.

"Îsal hêzên artêşê, bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî, dikarîn bajarên sereke li Enbarê weke Remadî, Hît, el-Rutba, û bajarê Felûca, ku terorîstan ew weke keleha xwe ya asê dihesibandin, kontrol bikin," berdevkê Wezareta Berevaniyê Emîd Yehya Resûl got.

Got ku hêzên Iraqî zincîreke serkeftinan di pêngava rizgarkirina Mûsilê de tomar kiriye, bi taybet kontrolkirina binkeya serbazî ya Geyara û herî dawî rizgarkirina Hac Elî û gundên derdorê li başûrî Mûsilê.

"Lehengên endazyariya serbazî jî pireke hesinî bi dirêjbûna 250 metran li ser Çemê Diclê ava kirine ku Mexmûr û Geyara bi hev re girê dide û dihêle ku otombîlên serbazî, wesayîtên zerxî û tank berê xwe bidin Mûsilê," wî got.

DAIŞ, ku sala 2014'an nêzî 40% ji xaka Iraqê kontrol kir, aniha bi tenê Mûsil û hin navçeyên biçûk kontrol dike.

"Ev sal dê sala serkeftina li dijî terorîzmê ya bi yekcarî be," Resûl got.

"Me qaçaxçiya wan a neftê jinav bir û me gelek navendên wan ên wergirtina bacan û hilandina peran, ku bi navendên el-Hisba tên naskirin, têk birin, herwiha me rêyên wan ên veguhestinê û xetên piştgiriyê birîn," wî got.

"Îro hemû hêzên artêş, polîs û êlan bi yekrêzî rûbirûyî terorîzmê dibin û asoyên dawîhatina DAIŞ diyar dibin," wî got.

Krîza aboriya "rûxêner" a DAIŞ

Di encamên binketin û hedefkirina jêderên aborî de DAIŞ rasî qeyraneke aborî ya rûxêner tê, rojnamevan Muhemed Tariq Beyatî ji Nînewa, ku li radyoya el-Xed dixebite got.

"Aniha DAIŞ avahiyên hikûmetê talan dike, derî û penceran jiber dike û sîramîk û banên saziyên hikûmetê jêdike û wan li bazarên Mûsilê difroşe," wî ji Diyaruna re got.

Got jî ku endamên DAIŞ hinek avahî teqandine û parçên hesin ên konkirêta avahiyan weke xurde difroşe.

Muzhir Muhemed Salih, şêwirmendekî aborî yê serokwezîr e, dibêje ku DAIŞ hema bêje tevahiya dahatê ku ev du sal in bidest xistibû winda kiriye.

Wî ji Diyaruna re got ku aniha DAIŞ li Iraqê "pêgeheke terorî ya iflaskirî ye" ji ber ku operasyonên serbazî yên berdewam nahêlin grûp ji jêderên aborî li bajar û zeviyên ku berî aniha di kontrola wê de bûn sûdê bibîne.

"Terorîstan bi rêya dizî û qaçaxiya nefta xav ji bîrên kevin û talankirina dewar û sewalan û tevahiya mulkên taybet û giştî jiyana xwe didomandin," wî got, "lê ev jêder aniha ne li ber dest in û hêzên me gelek bajarên dagirkirî rizgar kirin".

Kêmbûna peran û çakdaran

"Hevpeymaniya navdewletî roleke bingehîn di lawazbûyîna karînên DAIŞ lîstiye ew jî bi arastekirina êrîşan li dijî komgehên peran û çalakiyên wê yên qaçaxiyê, aniha cîhan li dijî terorîzmê bêtir yekrêz e," Salih got.

Li gorî Haşim el- Haşimî, şarezayekî di grûpên tundrê de, binketinên DAIŞ alozdar in.

"Li tenîş windakirina bajaran û jêderên aborî, aniha kêmbûneke dijwar di hejmara çekdarên wê yên biyanî ku derbasî welat bûbûn, herwiha xwebexşên lokal ên di nav rêzên wê de heye," wî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ serkêş û çakdarên xwe yên herî xurt di şer û bombebaranên asmanî yên hevpeymaniyê de jidest dane," wî got. "Li gorî agahiyên me, heta niha 40 ji 47 serkêşên bilind ên rêxistina terorîst li Iraqê hatine kuştin."

Wî got ku piraniya karînên xwepirçekirinê jî hatine wêrankirin.

"Em pêşbînî dikin ku bi dawiya vê salê an jî buhara bê re, dê ne bajarek ne jî navçeyek di bin kontrola DAIŞ de nemîne," el-Haşimî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Tiştê hatiye bilavkirin çi bedew e.

BERSIV BIDE

Ev programeke baş e.

BERSIV BIDE