Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ çekên kîmawî bikar tîne ji bo rêgirtin li ber pêşketina Iraqiyan

Xalid El-Ta'î

Tankeke Iraqî molgehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Geyara bombebaran dike. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî]

Tankeke Iraqî molgehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li Geyara bombebaran dike. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî]

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dest bi êrîşên bi gaza jehrawî li dijî hêzên Iraqî kiriye weke hewlekê jibo astengkirina pêşketina wan ber bi Mûsilê ve, asêgeha dawî ya girûpê li Iraqê, berpirsên encumena parêzgeha Nînewa ji Diyaruna re gotin.

"Di 22'ê Tebaxê de, [DAIŞ] heşt topên hawin û rokêtên Katyuşa yên ku gaza jehrawî di wan de hebû avêtin hêzên me û sivîlan li gundê Ewseca li navçeya Geyara," Fermandarê Operasiyonên Nînewa lîwa Necim Cibûrî got.

"Terorîstan hemû karînên xwe yên rûbirûbûna hêzên me ji dest dane û aniha bi bêhêvî hewl didin ku pêşketina serbazên me ber bi Mûsilê ve rawestînin," wî got.

Cibûrî got ku êrîş nebû sedema tu qurbaniyên serbazî anjî medenî ji bandora wê sînordar bû, ji ber ku teknolojiyeke guncaw a DAIŞ ji bo çêkirina çekên kîmawî yên bibandor tune ye.

Girûp bi awayekî giştî gazên jehrawî weke klorîn û sulforê bikar tîne, "ku ew wan bi awayekî paşketî tevlîhev dikin daku di RPG'yan de bikar bînin", wî got, anî ziman jî ku ev cureyê çekan xwedî medayeke coxrafî ya sînordar e.

"Ev ne cara yekemîn e ku DAIŞ van cureyên çekan bikar tîne," wî got, anî ziman jî ku di Adarê de, DAIŞ êrîşên kîmawî li dijî gundê Taza li parêzgeha Kerkûkê pêk anî û bû sedema mirina sivîlan.

"Hêzên me niha derbarê destnîşankirina van êrîşan de û standina tedbîrên pêwist ji bo xweparastina ji bandora wan xwedan ezmûn in," Cibûrî got.

Hêzên Iraqî Geyara bi temamî kontrol kirine, wî got, ku devereke xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin ji DAIŞ re bû ji aliyê bicihkirina çekdarên xwe û derxistina samanên xwezayî ji bo bidestxistina destketiyên aborî.

"Mûsil aniha bi tenê weke meda avêtina kevirekî ji me dûr e, û hêzên me li gorî planên pêbawerkirî û teqdîrên hesabkirî bi pêş dikevin, ku aliyê mirovî jî li berçav digrin, ji ber ku naxwazin jiyana sivîlan têxin metirsiyê de," wî got.

Nîşanên şikestina DAIŞ

Êrîşa kîmawî ya DAIŞ li ser Ewseca "nîşaneke xuya ya şikestin û hilweşana terorîstan e", endamê encumena parêzgeha Nînewa Dawûd Cundî got, û êrîşên bi çekên qedexekirî weke "penageha dawî ya DAIŞ" wesif kir.

Hêzên ewlekariyê "aniha dikarin serkeftinên mezin li parêzgeha Nînewa bidest bixin, ku ya dawî rizgarkirina Geyara, deriyê başûr bo Mûsilê, bû", wî ji Diyaruna re got.

Di heyama herdu salên borî de, DAIŞ bi pêkanîna bi dehên êrîşên bi gaza klorîn li ser hêzên Kurdî li rojavayê Mûsilê hat naskirin, wî got.

Girûpê herwiha hêzên Pêşmerge li bajarokê Mexmûr li aliyê rojhilatê Mûsilê kir armanc, wî got, anî ziman jî ku "êrîşên wisa îdareya hêzên me ya şikandina terorîzmê qels nakin".

Endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Wekaa tekezî li ser girîngiya hat naskirin "standina hemû tedbîrên girîng derbarê planên terorîstan" kir.

"Tu nirxên mirovî yanjî exlaqî li cem DAIŞ tune ne û ew dudil nabe ku hemû metodên şer, heta yên qedexekirî jî, bikarbîne jibo bidestxistina armancên xwe û veguhertina pêvajoya şer li gorî berjewendiyên xwe," wî ji Diyaruna re got.

"Her ku şer bêtir nêzîkî Mûsilê dibe, dibe ku em bibînin ku çalakiyên terorîstan zêde bibin ew jî bi rêya belavkirina gotegot û nûçeyên nerast weke hewlekê jibo daxistina morala serbazên me û tirsandina xelkê xwecihî," wî got jî.

"Divê em hemû hewl û tektîkên berberî yên dijmin li berçav bigrin daku em bikaribin wan pûç bikin, piştî ku serkeftina dawî di asoyê de nêzîk bûye," Wekaa got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500