Nûçeyên Iraqê
Aborî

Şareza: "dînarê zêr" ê DAIŞ bê nirx e

Welîd Ebu el-Xêr li Qahîra

Navendên seretayî yên parzûnkirina neftê (şewtêner) li Hesekê tên bikar anîn ji bo filterkirina nefta ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" difroşe bazirganên mehelî. [Wêne ji aliyê Muhemed el-Bêk ve]

Navendên seretayî yên parzûnkirina neftê (şewtêner) li Hesekê tên bikar anîn ji bo filterkirina nefta ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" difroşe bazirganên mehelî. [Wêne ji aliyê Muhemed el-Bêk ve]

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dest bi bikaranîna diravê xwe di hinek rêkaran de, mîna firoştina neftê, kiriye lê belê şareza dibêjin ku ew tedbîr bi tenê hewleke qerebûkirina windahiyên darayî yên berdewam e.

Dirav, ku girûpê bi "dînarê zêr" binav dike, aniha li hinek deverên Sûriyê û Iraqê tê bikaranîn, lê buhaya wê bi tenê buhaya hesinê ku jê hatiye sazkirin, şarezayan ji Diyaruna re got.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov raportek di 9'ê Tîrmehê de belav kir ku tê de dibêje DAIŞ bikaranîa dînarê zêr di tevahiya rêkaranên têkildarê bazirganiya neftê de ferz kiriye.

Li gorî raportê, DAIŞ her dînarekî. ku wezna wî 4.5 giram e bi 190$ difroşe dukanên guhertina diravan .

DAIŞ di Mijdara 2014'an de ragihand ku wê diravên teybet bi xwe saz dikir -- ji rêjeyên cuda yên zêr, zîv û nihas -- ji bo wan li deverên di bin kontrola xwe de li Sûriyê û Iraqê bikar bîne, lê bi tenê vê dawiyê ew dirav hatine bikar anîn.

Tu "buhayek e rasteqîn ya van diravan tune ye ji ber ku diravên cîhanî yên venasînkirî di standerên bankî û darayî de ji aliyê sîstema darayî ya cîhanî ve derbas dibin" û lewra ew ji bilî buhayê hesinê ku di sazkirina wan de hatiye bikaranîn tu buhayekî wan ên din tune ye, profersor di aboriya navdewletî de li zanîngeha Qahîra Nasir el-Esyûtî got.

Got jî ku sedema sereke ku DAIŞ bazirganan neçar dike ku vê diravê bikar bînin ew e "daku bêhtirîn pere bi dest bixîne piştî ku jêderên fendkirina wê, yên derveyî û yên ji bazirganiya nerewa, hatin birîn.

Bi vê kiryarê, girûp "di rastî de dixwaze ku navçeya di bin kontrola xwe de hejar bike ji ber ku zêr û hesinên din ên ku di sazkirina vê diravê de hatine bikaranîn ew ji talankirina [...] bankên taybet û hikûmî ku hejmareke mezin a sebîkên zêr di wan de hebûn hatine bidestxistin, herwiha gelek hesinên nirxdar ji welatiyan bi rêyên cuda hatine standin," el-Esyûtî ji Diyaruna re got.

DAIŞ kontrolê ji dest dide

Bi ferzkirina vê diravê di rêkarênan de, DAIŞ dixwze "îmajê bide ku ew bi êrîşên leşkerî yên li Iraq û Sûriyê nehatiye hejandin û nameyekê bigehîne alîgirên xwe [...] ku ew bi awayekî çalak kontrola xwe didomîne û tiştên ku soza wan daye bi cih tîne, bi tayebet pevguhertina diravên cîhanî bi dinarêkî Islamî", Sami xêt, ku lêkolînerek e di Navenda Şerq ji bo Lêkolînên Herêmî û Stratijîk de, got.

Tevî bêtirî salekê ye ku DAIŞ ragihandiye ew dê diravê taybet bixwe saz bike, lê girûpê heta vê dawiyê nuh pêngavên pratîk avêtine, Xêt ji Diyaruna re got.

Wî got jî ku xwesteka din a DAIŞ ji karkirina bi vê diravê misogerkirina perên kaş ji bo dayîna miaşan e, ku ew heta bi nîvê qîmet hatibûn kêmkirin di mehên dawî de bi sedema kêmbûyîna jêderên wê yên darayî.

Neçarkirina bazirganên neftên bi bikarînana dînarê zêr "bi tenê destpêkeke bo tişên ku ew dê di demeke nêzîk de bike, ku dê hemû welatiyan neçar bike diravê wê bikar bînin, ew yek jî dê perên yekcar gelek [ji DAIŞ] bînin û kontrola wê ya ser tevahiya tevgerên bazirganî û darayî li navçeyên di bin kontrola wê de xurtir bike", wî got.

Bikaranîna bazirganiya neftê

Xezîneya DAIŞ "dîwan" li el-Reqa "ji hemû xwedanên dukanên guhrîna diravan û veguhestina peran re got ku divê ew dînarên zêr ên DAIŞ bikirin daku wan li bazirganên neftê belav bikin, weke tiştê ku li Dêra Zorê û deverên derdora wê çêbibû", Wail Mistefa, bazirganek ji el-Reqa ku daxwaz kir ji ber selametiya wî navekî kod bikar bîne, got.

Mustafa ji Diyaruna re got ku ev dukan dînar bi $190 dikrin û bi $191-197 difroşin bazirganên neftê, ku hewcedariya bazirganan bi dînar û peydabûna dînar bi kemiyên gelek istixlal dikin.

DAIŞ "ji hemû bazirganên neftê re got ku divê ew dînar ji dukanên guherîna diravan bikirin û qedexe ye ku ew bi rasterast ji girûpê bikirin, ew jî hewleke temakirina hevwelatiyan e ji bo dînar bifroşin û jêderekî peran bi dest bixin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500