Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Xwendina zanîngehê li Remadî dewam dike piştî şikestina DAIŞ

Xalid el-Taî

Qewl e ku xwendin li Zanîngeha Enbarê li Remadî bo sala akademî ya 2016-2017 dewam bike. [Wêne ji rûpela Zanîngeha Enbar a Facebook]

Qewl e ku xwendin li Zanîngeha Enbarê li Remadî bo sala akademî ya 2016-2017 dewam bike. [Wêne ji rûpela Zanîngeha Enbar a Facebook]

Weke nîşaneke vegerandina hêdî hêdî ya jiyanê bo Remadî, bajarê ku hêzên Iraqî ji "Dewleta Islamê li Iraqê û Şamê" (DAIŞ) destpêka vê salê rizgar kirin, qewl e ku Zanîngeha Enbarê xwendinê li bajêr vê payîzê destpê bike.

Zanîngehê dergehên xwe di Nîsana 2015'an de girtibûn, dema ku DAIŞ bajar dagir kir, û hate neçarkirin ku baregehên xwe veguheze cihekî demkî li kolêja çandiniyê ya zanîngehê li Ebu Xirêb, li rojavayê Bexdayê.

"Encûmena zanîngehê biryar bû ku xwe ji cihê demkî veguheze Remadî daku çalakiyên xwe li wir vedestpê bike, bi taybet piştî rewşa aramî û ewlehiya bajêr misoger bû û sektorên xizmetguzariyê vegeriyan û jiyan normalîze bû," peyvdarê Zanîngeha Enbarê Ebdul Rehman el-Fehdawî got.

Wî got ku berpirsên zanîngehê biryara jinûvekirina hejmarek ji kolêjan li Remadî bo sala akademîk 2016-2017 da piştî çakirina çend avahiyan.

"Nêzî nîvê kolêj û peymangehên zanîngehê wêran bûne" di heyama dagirkeriya DAIŞ, ji Diyaruna re got, û baregehên berê yên zanîngehê rastî wêraneke mezin hatin û hîna jî "teqemenî û mînên ku ji aliyê terorîstan ve hatine çandin bi temamî nehatine paqijkirin".

El-Fehdawî got ku jinûvekirina kolêjan wê hêdî hêdî be, dê bi Perwerde û Zanistên Praktîkî destpê bibe, û vekirin dê bi giranî berî destpêka werzê xwendinê di Îlonê de be.

"Em bang li tevahiya xwendekarên zanîngehê yên ku vegeriyane Remadî dikin ku formên temamkirina amadebûyînê û navnivîsînê dagirin," wî got.

El-Fehdawî got ku prosesa navnivîsînê di nîvê Tîrmehê de destpê kiriye û dê tevahiya mehê berdewam bike, û baregehên demkî yên zanîngehê li Bexdayê dê vekirî bimînin heta ku tevahiya awareyan vegerin Enbarê.

Zanîngeh, NY, û xezîna niştîmanî ya nûavakirina deverên rizgarbûyî hevkariyê dikin daku planeke bo pêkanîna 48 projeyan darêjin ji bo jinûavakirina saziyên wêranbûyî yên zanîngehê, lê "ev proje dê piştî paqijkirina avahiyên zanîngehê bi temamî ji teqemeniyan destpê bike," el-Fehdawî da zanîn.

Tekez kir ku jinûvekirina Zanîngeha Enbarê faktorekî stratejîk e bo aramiya Remadî ji ber ku ew tê wateya vegera herî kêm 25,000 awareyan di nav de xwendekar, fermanber, û endamên zanîngehê tev malbatên wan.

Amadekariyên vegera welatiyan

Qayimeqamê Remadî Ibrahîm el-Ewsec ji Diyaruna re got ku rêveberên xwecihî daxwaza alîkariyê ji tevahiya rêxistinên navdewletî, welatên bexşêner û ajansên hikûmî kirine daku çakirina Zanîngeha Enbarê û saziyên perwerdehiyê yên din li bajêr destpê bikin.

"Me dest bi pêgihandina gelek avahiyên zanîngehê li Remadî kiriye, û em hêvîdar in ku em kar beriya destpêka sala akademîk a werê biqedînin, daku em jîngeheke baş a fêrbûnê ji xwendekarên ku dê dest bi amadebûyînê bikin misoger bikin ," wî got.

"Em li ser amadekirina gelek xwendingehan dixebitin daku têra xwendekaran bikin û hejmara mezin a malbatên aware ku dibe vegrin bajêr tehemul bikin," wî got, anî ziman jî ku 40,000 malbat heta niha vegeriyane.

Muhemed Obêd Mexlef Muhemed, endamekî encûmena parêzgeha Enbarê ye, pesnê jinûdestpêkirina xwendinê li Zanîngeha Enbar da.

"Ev pêşketineke girîng e û tişteke ku vegera erênî ya çespanîna mercên jiyanê li Remadî nîşan dide," wî got.

Tekezî li ser pêwistiya xurtkirina çakirina jêrxaneya bajêr û xizmetguzariyên giştî kir ji ber ku gelek saziyên xizmetguzariyê hîna jî wêran in.

"Aniha bi tenê yek pira kêrhatî heye, ku ew pira el-Qaim e li Cadeya Şêstî, li Ramadî. Pira Hula jî dê van nêzîkan bê nûavakirin. Bi destpêkirina sala Akademîk, em dê hewcedarî pirên din bibin daku tevgera xwendekaran û xelkê hêsan bibe û daku ew xizmetguzariyan ji wan re pêşkeş bikin," Muhemed got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500