Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Xwendin li yekemîn zanîngeha Kobanî dest pê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Mamoste, xwendekar û berpirs beşdarî merasîmên vekirina fermî ya Zanîngeha Kobanî dibin di 10ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Salim Muslim hatiye wergirtin]

Mamoste, xwendekar û berpirs beşdarî merasîmên vekirina fermî ya Zanîngeha Kobanî dibin di 10ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Salim Muslim hatiye wergirtin]

Yekemîn sala akademî ya zanîngeha Kobanî niha bi coş e, piştî vekirina wê ya fermî di 10ê Kanûna Yekem de weke pêşîn zanîngeha li herêmê.

Xwendekar û dêbavên wan pêşwaziya zanîngehê kirin, ji ber ku wergirtina xwendina bilind nema tê wateya sefera bo deverên din ji bo xwendinê, ku ev yek bûbû barekî giran li ser milê malbatan li û derdora bajar.

Zanîngeha, ku xwendina bilind bêpere pêşkêş dike, destpêkê bi du kolêjan hat vekirin, û biryar e ku kolêj û beşine din sala bê werin vekirin, hevserokê zanîngehê Kemal Besrawî ji Diyaruna re eşkere kir.

Planên vekirina Zanîngeha Kobanî di merasîmeke mezin de hat ragihandin di dawiya Îlonê de, û tomarkirin roja 10ê Cotmehê dest pê kir.

Zanîngeha Kobanî, ku bi fermî roja 10ê Kanûna Yekem hat vekirin, niha ji du kolêjan pêk tê û plan dike ku kolêjên bêtir di sala akademî ya bê de zêde bike. [Wêne ji Salim Muslim hatiye wergirtin]

Zanîngeha Kobanî, ku bi fermî roja 10ê Kanûna Yekem hat vekirin, niha ji du kolêjan pêk tê û plan dike ku kolêjên bêtir di sala akademî ya bê de zêde bike. [Wêne ji Salim Muslim hatiye wergirtin]

Prosesa tomarkirinê hinekî hat dirêjkirin, Besrawî got, ji bo rêdan ji hejmara herî mumkin ji xwendekaran re ku xwe ji sala akademî re tomar bikin, û niha 45 xwendekar li du kolêjan dixwînin.

"Tê çaverêkirin ku ev hejmar bi awayekî berbiçav sala bê zêde bibe, ji ber ku zanîngeh hîn nû ye, û piraniya xwendekarên ku bekeloriya îsal temam kiribûn tevlî zanîngehên din bûn," wî got.

Kolêjên zanist û ziman

Niha du kolêjên zanîngehê hene -- zanistên sereke û ziman -- lê amadekarî berdewam in ji bo vekirina kolêj û rêveberiyên nû.

Daxwaz li ser tomarkirinê ji bo kolêja zanistê zêdetir bû, Besrawî got, anî ziman ku kolêj ji sê beşan pêk tê: fîzîk, kîmestrî û bîrkarî.

Wî da zanîn ku Kolêja zimanan heta niha tenê yek beşî li xwe digre, ew jî Ziman û Edebiyata Kurdî ye.

"Zanîngeh bi çend zimanan e, ku bi Erebî, Kurdî, Inglîzî û zimanên din tê axaftin," wî got, "û mesele ji profesor û xwendekaran re hatiye hiştin daku li ser zimanekî lihev bikin ku bo dersdayînê bikar bînin."

Sêzdeh profesor hene ku piraniya wan hilgirên dereceyên master û doktora ne.

Bo programa xwendinê ya hilbijartî, Besrawî got, zanîngeh çavkaniyên cudacuda bikar tîne ji çavkaniyên Erebî û biyanî ji bo bijartina programa guncaw ji beşên cuda re.

Zehmetiyên ku werin derbaskirin

"Zehmetiyên ku zanîngeh rastî wan tê nimûneyek in ji yên ku bajarê Kobanî rastî wan tê, wate şerê sivîl ê Sûriyê û bûyerên girêdayî wî," Besrawî got.

"Ev yek bi taybetî girêdayî stafa dersdayînê ye, hejmareke sînordar ji warên pisporiyê û profesorên pispor hene," wî got.

Lê belê, ev pirs hêdî hêdî tê derbaskirin ji bo pêşkêşkirina hemû dîsplînên pêwîst, wî got jî, anî ziman ku pereyên ji bo zanîngehê ji aliyê komîteya perwerdeyê ya birêveberiya xweser a herêma Firatê tên pêşkêşkirin.

Xwendekara zanîngehê Evîn Eto ji Diyaruna re got ku damezirandina zanîngehekê li Kobanî yek ji baştirîn tiştan e jê re û ji xwendekarên xwecihî yên din re.

"Berê, perwerdeya zanîngehê kabûsek bû ji herkesî re, ji ber ku diviyabû xwendekar seferê bikin bo parêzgehên din an jî derveyî welat," wê got.

Heta li bakurê Sûriyê jî, zanîngehên herî nêzîk li Efrîn û herêma Cizîrê bûn, ku dibûn sedema xerciyên veguhestin û mayînê yên bêtir li ser pereyên hînkirinê, wê got, ku ev bêtirî karîna gelek xwendekaran bû ku bidin.

Xwendin "hêsan û berdest" e

Xwendina li zanîngehê niha "asan û berdest e ji herkesî", Eto got, anî ziman ku "rewş li zanîngehê gelekî baş e û stafa rêveberiyê, dersdayînê û xwendekar kar dikin ji bo piştrastbûn ku yekemîn sala akademîk serkeftinek e".

Şêniyê Kobanî Salih Ebdo, ku bavê duyan e, ji Diyaruna re got ku vekirina Zanîngeha Kobanî barekî giran li ser milê wî rakir.

Zarokên wî dê bikaribin xwendina xwe berdewam bikin, ku wan hema bêje dest jê berdan ji ber xerciyên çûnê bo deverên din ligel xerciyên din, wî got, anî ziman ku rewşa dawî bandora xwe li ser gelek malbatan hişt.

Di nav de hebûna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li devera derdora Kobanî û şerê berdewam li Sûriyê, ku hişt ku şandina xwendekaran bo derve ji bo berdewamkirina xwendina li zanîngehê xeteriyeke gelekî mezin be.

"Niha, xwendina ku bê pere tê pêşkêşkirin hişt ku herkes bikaribe bigihiyê bêyî cudahî," Ebdo got, anî ziman ku zanîngeh dê alîkariyê bike di rawestandina koçberiya gencan bo deverên din, ku ev yek pirsgirêkek ji Kobanî re bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500