Artêşa Îraqî Sêşemê (10ê Îlonê) dest bi kampanyeke berfireh kir da dever û bajarokên parêzgeha Enbarê ku ji ber şerê bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re xerab bûbûn çak dike.
Piştî temamkirina rakirina mayîn û bombeyên bidestçêkirî, yekîneyên endezyarîyê yên artêşa Îraqî dest bi alîkarîya niştecihên bajarokên Qayîm, Rutba û Hîtê û gelek bajarokên din da vegerin jîyana xwe ya asayî, Fermandarê Cezîra û Badîyê lîwa Qasim Mukemedî ji Diyaruna re ragihand.
Muhemedî da dîyarkirin ku yekîne rê, pir û xizmetguzaryên avahîyan sererast dikin ên ji ber êrîşên DAIŞê xerab bûbûn.
Wî got ku "di rêya vê kampanyê re, artêşa Îraqî dixwaze ewlehîyê biparêze û hevparê aramî û pêşxistina xizmetguzarîyan be."
Muhamedî got ku kampanya bi hembêzeke mezin ji alîyê niştecihan ve hat pêşwazîkirin, û da zanîn jî ku ev yek dê bihêle hevkarî di navbera hêzên ewlekarîyê û welatîyan de dewam bike."