Tîmên endezyarîya serbazî yên Îraqî beşdarî di xebatên nûavakirina bajar û bajarokên ku di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de wêran bûbûn, cih girtin.
Van tîman projeyên nûavakirina rê û pirên parêzgeha Nînewayê temam kirin, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hebeş lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku ji hemû şaxên hêzên ewlekarîyê tê xwestin ku welatî û mal û milkên wan ji çi metirsî yan gefê biparêzin.
Xefacî anî ziman ku jê zêdetir, "hêzên me xwedî berpirsyarîyên din in jî, di nav de piştevanîya sektorên sivîl di çarçoveya xebatên çaksazkirina xizmetguzarîyên giştî li parêzgehên rizgarkirî de, sivkkirina barê xelkê û xurtkirina aramîyê".
Wî got ku "em bi rêya tîmên xwe yên endezyarîya serbazî beşdarî kampanyayên nûavakirina binesazîya wêrankirî bûn," û da zanîn jî ku van tîman gelek projeyên xizmetguzarî çak kirin û nû vekirin, taybet li parêzgeha Nînewayê.
Xefacî dîyar kir ku dawîn proje nûavakirina pira Qaimê ya seravbûyî li başûrê Mûsilê bû, ku ew pireke jîyandar e û dê çûnûhatinê hêsan bike.
Herwiha rêyên sereke ku Nînewayê bi parêzgehên din ve girêdidin hatin çaksazkirin û vekirin, di nav de rêyên Nînewa-Kerkûk û Nînewa-Hewlêr û rêyên din ên ne-sereke.
Xefacî anî ziman ku "em karê xwe bi kompanîyên sektorên giştî û taybet re hevaheng dikin da projene din nû ava bikin, di nav de dibistan û navendên bijîşkîyê," wî destnîşan kir jî ku xebatên rakirina bermahîyên serbazî ji deverên niştecihî berdewam in.
Xebatên tenduristî û ewlehî
Xefacî daxuyand ku "me amadehîyên xwe bo rasthatina çi rewşeke awarte temam kirine, da zanîn jî ku hêzên Îraqî piştevanîya xebatkarên tenduristîyê dikin ên bi vayrusa Koronayê re rû bi rû mane ew jî bi rêya pêşkêşkirina pêdivîyên bijîşkî û veguhestina nexweşan.
Wî da zanîn ku "em her wiha li ser gihaştina alîkarîyên xwarin û ava vexwarinê bo malbatên li deverên feqîr û kampên koçberan jî dixebitin"..
Xefacî got ku di heman demê de, operasyonên serbazî li dijî paşmahîyên DAIŞê "tên girankirin û em jî bombebarankirina veşartgehên wan û şopandina wan di rêya xebatên hewalgirî de berdewam in".
Hêzên ewlekarîyê berî çend rojan, bi piştevanîya balafirên hevpeymanîya navdewletî, hejmareke mezin a paşmahîyên DAIŞê kuşt û hejmarek li Etşane û çîyayên Qereçoxê li navçeya Mexmûrê û gundên Diyalayê girt.
Wî da zanîn ku operasyonên nû ku balê dikişînin ser deverên rojavayê yên Nînewayê dê di demeke nêz de dest pê bikin.