Hevpeymanîya navdewletî veşargeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a li jêr erdê li Merg Sîbê li rojavayê Enbarê wêran kir, Fermandarîya Operasyonên Cezîra û Badîyayê Sêşemê (30 Nîsanê) ragihand.
"Bi alîkarîya artêşa Îraqî, balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî tunêleke bi dirêjahîya 1600 metran û veşartgeheke ku çek û teqemenî dihewandin li biyabana Merg Sîbê, li başûr û rojavayê Qaimê, bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re, wêran kirin," peyvdarê fermandarîyê eqîd Mihemed Obêdî ji Diyaruna re got.
"Dever mişt teqemenî ye û gelek xeternak e ji hêzên bejî re ku derbasî bibin," wî got, û anî ziman ku bi wêrankirina wê, hevpeymanîya navdewletî bermahîyên DAIŞê li devera sînorî ya bi Sûrîyayê re lawaz kirin.