Nûçeyên Iraqê

Bi dehan endamên DAIŞ hatin kuştin û birîndarkirin li rojavayê Iraqê

Herî kêm 30 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kûştin û birîndarkirin di êrîşa asmanî ya hevpeymanîya navdewletî de ya ku roja Çarşemê (8ê Mijdarê) li biyabana Huseybayê, li rojavayê Enbarê, dest pê kir, Fermandarîya Operesyonên Enbarê got.

"Li ser bingeha hevahengîyeke pêşwext bi hêzên Iraqî re, balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî kampeke DAIŞ li biyabana Huseybayê nêzîkî sînorê Sûriyê wêran kirin," berdevkê fermandarîyê eqîd Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Herî kêm 30 terorîst, di nav wan de biyanî jî, hatin kuştin û birîndarkirin," wî got, wî anî ziman ku navgîn, sarincîkên neftê, çek û teqemenî, di êrîşê de, hatin ruxandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500