Nûçeyên Iraqê

Rêxistina Efûkirinê rejîma Sûrî bi êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyên Idlibê tawanbar dike

Rêxistina Efûkirinê ya Navdewletî hikûmeta Sûrî û alîgira wê Rûsyayê îro Pêncşemê (28ê Adarê) bi pêkanîna êrîşên asmanî li ser sazîyên tenduristî û dibistanekê li parêzgeha Idlibê di meha borî de tawanbar kirin, AFP ragihad.

Piştî heşt salên şer, "hikûmeta Sûrî paşguhkirina qanûnên şer yên li dijî sivîlan pêk tîne, berdewam dike," rêxistinê di daxuyanîyekê de got.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, rejîmê ji Sibatê de êrîşên asmanî li ser bakur-rojavayê parêzgehê ya ku ji hêla rêxistina Tehrîr el-Şam a tundrew ve tê kontrolkirin, pêk anîye, di encamê de hêrî kêm 170 sivîl mirî li paş xwe hişt û bi hezaran koçber kir.

Rêxistinê got ku "nexweşxaneyek, bankeke xwînê û navendên din ên tenduristîyê herwiha nanpêjgeh û dibistanek" li Idlibê hatin bombebarankirin.

Daxuyanîyê dîyar kir ku "hikûmeta Sûrî, bi piştevanîya Rûsîyayê, eşkere xwe dispêre heman tektîkên leşkerî yên ne qanûnî ku di encamê de koçeke komî, û hin caran jî koçeke bi darê zorê çêbû."

Rêxistinê da zanîn ku raporta wê xwe spartiye şehadeta şahidine ku di rêya "analîza vîdyoyan, vekirina çavkanîya agahîyan û wêneyên satelaytan" hatiye piştrastkirin.

Di 15ê Adarê de, Amerîka Rûsîya û hikûmeta Sûrî bi berpirsyartîya "bilindkirina tundîyê" li Idlibê tawanbar kir.

"Tevî angaştên Rûsîyayê ku ew terorîstan aramnc dike, ev operasyon bi dehan sivîl kuştin û yekemîn kesên ku hewl didan wan rizgar bikin, aramc dikirin," peyvdarek wezareta derve got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500