Nûçeyên Iraqê

Turkîya dibêje hîna agirbest li Idliba Sûrîyayê nehatiye pêkanîn

Wezîrê Derve yê Turkîyayê Mewlut Çawuşoglu Pêncşemê (13ê Hezîranê) got ku agirbest bi temamî li bakur-rojavayê parêzgeha Idliba Sûrîyayê, tevî ragihandina Moskowyê jî, nehatiye pêkanîn, AFP ragihand.

"Em bi Rûsîyayê re dixebitin da van êrîşan bidin rawestandin. Em nikarin bibêjin agirbest bi temamî pêk hatiye," Çawuşoglu di daxuaynîyeke çapemenîyê de ligel hemberê xwe yê Fransî Jean-Yves Le Drian li Enqerayê anî ziman.

Mosko agirbestek bi Turkîyayê re li herêma bêçek ji nîvê 12ê Hezîranê de ragihandibû, piştî êrîşên asmanî yên hêzên rejîmê û Rûsîyayê bi çend heftîyan.

Çawuşoglu dîyar kir ku "xebatine cidî û dilsozane" bi Miskoyê re hene da tundî were sekinandin, lê belê wî got tam ev yek bi dawî nebûye.

Wî berî niha teqez kiribû ku hêzên hikumeta Sûrîyayê bi hawinan êrîşî navendeke çavdêrîya Turkî li Idlibê kirine, ku di encamê de sê leşker birîndar bûn.

Çawuşoglo daxuyand ku "eger rejîm ev êrîş berdewam kirin, êdî tiştê pêwîst bike em dê bikin," û bang li Îran û Rûsîyayê, yên piştevanîya hikumeta Sûrîyayê dikin, kir ku "berpirsyartîyên xwe bi cih bînin".

Hikumeta Sûrî û Rûsîya bombebaranên xwe ji dawîya Nîsanê de li ser herêmê giran kirine, û zêdetirî 360 sivîl kuştî li paş xwe hişt, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Çawuşoglo serokê Sûrîyayê Beşar Esed sûcdar kir ku ew hewl dide alozîya welat bi rênine leşkerî bêhtir ji yên aştîyane çareser bike.

"Em êrîşên rejîmê yên zêde dibînin, nemaze vê dawîyê yên li ser nexweşxane, dibistan û sivîlan li Idlibê," wî destnîşan kir. "Ev bi her awayî bobelatek e."

Le Drian got ku li Idlibê divê destpêkê "aramî vegere da bobelateke mirovî nû rû nede."

Wî anî ziman ku "em bang li rejîma Sûrî û alîgirên wê dikin ku êrîşên xwe yên bêserûber li dijî sivîlan li Idlibê rawestînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500